DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê ya ewil vekir 2024-02-20 20:19:19   AMED - Li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin ha vekirin. Di vekirina buroyê de li sre têkoşîna gelê Kurd hat sekinadin û peyama wê qeyûman bişînin hat dayîn.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM  Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê buroya hilbijartinê ya ewil vekir. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, namzetên hevşadariya bajarê mezin a Amedê Serra Bucak, Dogan Hatun, namzetên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergul û gelek kes tevli bûn.   Namzeta Yenîşehîrê Safiye Akdag axivî û da zanîn ku wê qeyûman bişînin û şaredariyan ji nûve bigirin. Namzeta bajarê mezin a Amedê Serra Bucak jî axaftinek kir û daxuyakirin ku heta ku girtiyên girtîgehan azad nebin wê ranewestin û got wê qeyûman ji Amedê paqij bikin û bajar azad bikin.   Vekirina buroyê bi govendê berdewam kir.