Delegasyona navneteweyî: Dema berdana Abdullah Ocalan e! 2024-02-20 12:54:19     STENBOL - Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê”, ji bo hin serdanan bike hate Stenbolê. Li vira bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê re daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Dema berdana Abdullah Ocalan e."   Li dijî tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 35 meh in agahî jê nayê wergirtin û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Taybet tê ragirtin, şandeyek ji Ewropayê hate Stenbolê. Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê” ku di nava wan de parlamenter jî hene, dê du rojan li vir hin serdanan pêk bînin. Navnîşana şandeyê ya îro ya ewil bû Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK’ê dike.    Di destpêkê de serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê hat kirin   Şandeyê serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li Beyoglûyê kir. Parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Rêzan Sarica û Mazlûm Dînç û Berdevka Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebrû Gunayê şande pêşwazî kirin. Nûnera Partiya Çep a Almanyayê Konstanze Kriese, Seroka EFA’yê Maria Lorena Lopez De Lacalle, Nûnera Partiya Çep a Swêdê û Forûma Çep Ann Jessica Theresa Karlqvîst, Senatorê Meclisa Netewî ya Îspanyayê ya Eh Bildu (BASK) Josu Estarrona Elizondo, Wekîla Parlamentroya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vinyets Pages, Senatora Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Ségoléne Amiot, Şêwirmendê Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Clément Evans û parlamentera Partiya Sor a Norveçê Hege Bae Nyholt di nav şandeyê de cih digirin.        Agahdarkirina tecrîda mûtleq   Parêzer Îbrahîm Bîlmez, di serdanê de qala hewldanên ji bo rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan dikin kir. Bîlmez, der barê bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî yên li dijî tecrîda Îmraliyê û hewldanên navneteweyî yên ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re agahî da şandeyê.    Piştî serdanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Metna çapemeniyê ji aliyê endamên şandeyê ve hat xwendin.    Di metnê de hat gotin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandorê tenê li ser Gelê Kurd nake di heman demê de li ser Tirkiye û herêmê dike û hat gotin ew ê wekî nûnerên partiyên demokratîk ên Ewropayê bi Konseya Ewropayê re ji bo kesên peywira xwe ya siyasî dixwazin bi awayekî demokratîk bi kar bînin ji bo mafê wan ên bingehîn wê kampanya bidin meşandin.    Her wiha di metnê de hat gotin wê bi DEM Partiyê re di nava piştevaniyê de bin û hat ragihandin ew ji hewldanên çewisandin û hepiskirina nûnerên DEM Partiyê yên hatine hilbijartin bi fikar in.    Di metnê de hat diyarkirin divê meseleya kurd bi awayekî aştiyene û demokratîk bê çareserkirin û hat gotin dema serbestberdana Abdullah Ocalan e. Her wiha hat gotin wê ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê jî bi Însiyatîfa Piştevaniyê ya Kurdistanê re bibin çavdêrên hilbijartinê.    Piştre civîn bi dawî bû.   Ew ê hevdîtinên şandeyê yên bi rêxistinên civaka sîvîl re di nava rojê de dewam bike.