Ligel polîtîkayên bişaftinê têkoşîna zimanê zikmakî didome 2024-02-20 09:03:30     Pelşîn Çetînkaya   AMED - Jinên ku bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û gotin: "Mirov bi zimanê xwe heye, em nikarin behsa hebûna civakeke ku nikaribe bi zimanê xwe biaxive bike. Ziman hebûn e û divê xwedî li hebûna xwe derkevin."   Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li cîhanê 7 hezar ziman tê axaftin û ji sedî 40 wan ziman jî ber bi windabûnê ve rûbirû ye. Ji ber vê sedemê Rêxistina Çand, Zanyarî û Perwerdê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), 21'ê Sibata 1999'an wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Ev roj bi çalakiyên cuda li Kurdistanê tê pêşwazîkirin.   Derbarê rojê de mamosteya Akademiya Ma Music Evîn Tiryakî, lîstîkvana Şanoya Bajêr a Amedê Nûrşen Adiguzel, mamosteya muzîkê ya Navenda Çandê ya Dicle Firatê Mîzgîn Yildirim ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.    'Eleqeya malbatan girîng e'   Evîn, da zanîn ku bi sala ne di dibistanan de bi Tirkî perwerde dîtine û got: "Ji ber vê sedemê dixwazin ku êdî pê ve zarok bi zimanê zikmakî perwerde bibînin. Lê belê niha jî zimanê kurdî tê qedexekirin û perwerdeya bi kurdî tê astengkirin. Nahêlin ku bi zimanê xwe çanda xwe hîn bibin. Ji ber vê sedemê em hewl didin ku zarok bi zimanê xwe stranên xwe bêjin û xwe îfade bikin dixebitin."   Mamoste Evîn Tîryakî, destnîşan kir ku bi coşeke mezin zarokan perwerde dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Amedê çend sazî hene ku bi kurdî perwerda muzîkê dide zarokan. Zarok li vir keman, piyano û enstrumanên din bi coşek mezin hîn dibe. Malbat jî eleqeyeke mezin nîşan dide. Malbat bi zanebûn zarokên xwe tîne. Malbat dixwazin zarok bi zimanê zikmakî perwerda muzîkê bibîne. Bi salan e li hemberî ziman polîtîkayeke asîmîlasyonê heye. Bi taybetî jî 40 sal in bêtir ev polîtîka tê meşandin. Kurd dixwazin êdî zimanê xwe bi rihetî biafixin. Kurdan naxwazin û tune dihesibînin, her tiştî li gorî xwe tên dizaynkirin."   Li dijî astengî û qedexeyan têkoşîn   Nûrşen Adiguzel, jî da zanîn ku ne pîrozkirina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, ev roj ji bo jiyandina zimanan e û roja têkoşînê ye. Nûrşen, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zimanê zikmakî ji bo mirovan girîng e. Keçikeke min a 2 sal û nîv heye. Ez pê re kurdî diaxifim. Kesên ku me dibînin em kurdî diafixin pir kêyfxweş dibin û kêmasiyên xwe tînin ziman. Heke mirov bi zimanê zikmakî di jiyana rojane de neaxife piştî demekî xwe kêm dibînin û gazinca dikin."    Nûrşen, destnîşan kir ku di şanoya bi kurdî û konserên bi kurdî her tên astengkirin û qedexekirin û wiha bi lêv kir: "Ligel her cure astengî û qedexeyan em dîsa jî xebatên xwe didomînin. Em ê bi her awa yî bi zimanê xwe xebatên xwe bidomînin. Civak bi zimanê xwe heye, heke ev civak bi zimanê xwe neaxife em nikarin behsa hebûna vê bikin. Di serî de divê em qimetê bidin zimanê xwe. Wek gotina Cigerxwîn 'Hûn nebin yek, Hûn ê herin yek bi yek' ez gotina xwe bi dawî dikim."    ‘Mirov bi zimanê xwe heye'   Mîzgîn Yildirim, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî: "Mirov bi zimanê xwe heye. Dema mirov xwedî li zimanê xwe derdikeve û çand, huner û dîroka xwe jî nas dike. Dema mirov zimanê xwe ya zikmakî nezane nikare bi dil û  can stranên xwe bêje. Dema zimanê xwe bizane bêtir bi stranên xwe bandorê li dora xwe dike. Em bi stranên kurdî hînê zarokan dikin û bi stranan çîrokan vedibêjin."   Mîzîng diyar kir ku li komeleyê perwerdê bi kurdî tê dayîn û got: "Serê ewilî me bi çend zarokan dest bi kar kir. Piştî ku malbat pêşketina zarokan dît bêtir xwedî li xebatê derketin. Bi taybetî jî malbat daxwaza bila zarok bi kurdî hin bibin bû. Zarok serê ewîlî fêm nakin. Lê niha gav bi gav bi kurdî diaxifin. Di perwerdeyan de em ji hevdû hîn dibin û hîn dikin. Ev yek bandorê li tevahiya perwerdê dike û dem bi coş derbas dibe."   Mîzgîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ziman hebûna mirovan e. Ez bang li malbatan dikim ku bila zarokên xwe bînin saziyên me. Em bi hev re xwedî li çand, huner û dîroka xwe derkevin. Zimanê me hebûna me ye. Dema em xwe nas bikin em ê pêşbikevin."