Li Wanê Nobeda Edaletê: Dê berxwedan bi ser keve 2024-02-19 14:51:18     WAN - Nobeda Edaletê ya li Wanê hat destpêkirin di roja 77'an de dewam dike. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku dê berxwedan bi ser keve.   Li Wanê di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsigrêka kurd re çareseriya siyasî" di pêşengiya Komeleya Pişteaniya bi Malbatên Girtiyan (TUHAY -DER) de ji aliyê malbatên girtiyan ve Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Nobeda ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat destpêkirin di roja 77'an dewam dike gelek kesî serdana wê kir.   'Dê berxwedan bi ser keve'   Di çalakiyê de Fatma Aslan axivî. Fatmayê dayikên çalakvan silav kirin û wiha got, " Li girtîgehan girtî di greva birçîbûnê de ne û em jî li vir bi  Nobeda Edaletê piştgiriyê didin wan. Em dixwzin ku daxwazên girtiyan demildest bên qebûlkirin. Dê li derve û li hundir berxwedan bi ser keve."   Çalkiya nobedê bi dirûşmên "Bijî Bewrxwedana Zindanan", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Serok Apo" dewam kir.