Nobeda Edaletê di roja 74'an de ye 2024-02-18 13:46:56     AMED - Li Amedê Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatibû destpêkirin di roja 74'an de dewam dike.   Nobeda Edaletê ya ku xizmên girtiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dan destpêkirin di roja 74'an de dewam dike. Nobeda Edaletê ya ku di pêşengiya Komeleya Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY -DER) de hat destpêkirin, li avahiya navçeya Rezanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat destpêkirin bi serdanan dewam dike.   Di çalakiyê de li ser mijara rêya heqîqetê, bedelên hatine dayîn, têkoşîna dewam dike sobet hat kirin. Nobedê bi dirûşma "Bijî berxwedana zindana", "Bijî Serok Apo" û "Heq hiqûq edalet" û bi serdanan dewam kir.