Li Stenbolê starta 8’ê Adarê: Em di 3’ê Adarê de li Kadikoyê ne 2024-02-17 20:08:34   STENBOL - Platforma Jinan a 8’ê Adarê ji bo meşa ku wê li Kadikoyê pêk bînin belavok belavkirin û wiha gotin: “Em ji bo jiyan, maf û azadiya xwe 3’ê Adarê roja yekşemê saet di 16.00’an de li Îskeleya Beşîktaş a Kadikoyê ne.”   Platforma Jinan a 8’ê Adarê starta bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi belavkirina belavokan li Kadikoy a Stenbolê da.Bi dehan jin li ber Operaya Surreya hatin gel hev û belavokên bi sernavên ‘li dijî xizanî, tundî, binpêkirin û şer têkoşîna me heye’ belav kirin û bang li hemû jinan kirin 3’ê Adarê de saet di 16’an de li ber Îskeleya Beşîktaş a Kadikoyê bên gel hev.   Jinan ligel muzîkan blavok belavkirin û ji aliyê derdorê ve eleqeyek mezin dîtin. Li ser navê platformê Tulay Korkutan axivî û da zanîn ku ew wek platform faliyetên 8’ê Darê li gelek deverên Stenbolê dimeşînin. Tulayê daxuyakirin ku wê li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşîna xwe mezin bikin.   Bername bi dirûşmeyan bidawî bû.