Ji Nobetên Edaletê bang kirin: Wê îradeya me têk neçe 2024-02-17 16:08:25     AMED/WAN - Di Nobetên Edaletê yên li Wan û Amedê de peyama "Wê îradeya me têk neçe" hat dayin.    Nobetên Edaletê yên li Amed û Wanê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin dewam dikin. Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 732yan de dewam dike. Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya TUAY-DER'ê dest pê kir li avahiya Rezana DEM Partiyê dewam dike.    ‘Wê îradeya me têk neçe’   Dayikên di nobetê diyar kirin ku ew aştiyê dixwazin lê yên li hember şer û gotin ew aştiyê ji bo hemû gelan dixwazin. Her wiha gotin wê îradeya me têk neçe.   Nobetê bi dirûşma “Heq hiqûq adalet, Bijî berxwedana zîndanan” dewam kir.    Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengiya TUHAY-DER'ê dest pê kir di roja 75'an de dewam kir. OHD çû serdana nobeta li avahiya DBP'ê didome.    Hevserokê OHD'ê Murat Ozçiçek got heta tecrîd têk biçe wê li berxwe bidin.    Nobetê bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan”,"Jin Jiyan Azadî", bi gotina stranan û serdanan dewam kir.