Li dijî komployê têdikoşe: Mifteya edaletê Serokatî ye! 2024-02-17 09:05:14       Elfazî Toral   STENBOL - Jinên piştgirî dan Nobeta Edaletê diyar kirin ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe komploya navneteweyî vala derxistiye û wiha got: “Piştî komployê me têkoşîna xwe hîn bilindtir kir. Ji ber têkoşîna rewa ya gelê Kurd didome. Hebûna me serokatî û zarokên me ne. Mifteya aştiyê destê serokatiya me de ye. Em ê bigihêjin hedefa xwe û bi ser kevin.”   Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket sala 26’an. Abdullah Ocalan ku ji wê rojê de di bin tecrîda giran de ye 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. Li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê çalakiyên protsetoyî didomin. Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ ya di 10’ê Cotmeha 2023’yan de hat destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hatin destpêkirin. Bi heman daxwazê bi pêşengiya xizmên girtiyan çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.    Jinên piştgirî dan Nobeta Edaletê der barê komplo, tecrîdê de  ji JINNEWS’ê re axivîn.   ‘Mifteya aştî û edaletê Serokatiya me ye’   Suphiye Teymurtaş da zanîn ku ew tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha got: “Ya li Serokatiya me tê kirin hiqûqa dijminahiyê ye. Divê desthilatdarî li dijî grevên birçîbûnê bêdeng nemîne. Ev peywirek mirovahî ye. Divê hemû gel piştgiriyê bidin vê pêngavê. Divê hemû xwedî li grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê derkeve. Mifteya aştiyê di destê Serokatiya me de ye.”   ‘Em ê zincîra Îmraliyê bişkînin’   Suphiyeyê da zanîn wê zincîra Îmraliyê bişkînin û wiha daxuyand: “Heta dawiya jiyana xwe em ê edaletê bixwazin. Em nasnameya xwe dixwazin. Em bang li hemû dayikên leşker û polîsan dikin. Bila bên em dest bidin hev. Ev pirsgirêk bêyî Serokatiyê çarser nabe. Bila baş bizanibin. Em ê vê zilmê bişkînin. Em ê tecrîda Îmraliyê bişkînin. Em ê zarokên xwe aza bikin.”   Ji bo demokrasiyê banga têkoşînê   Ayşe Sarihan jî bi lêv kir ku berxwedana gelên di  têkoşîna azadiya gelê Kurd de cih digirin girîng e û wiha dirêjî dayê: “Ez hatina gel hev a gelan bi nirx dibînim. Têkoşîna tê meşandin ne tenê ya gelê Kurd e. Divê bi awayekî topyekun têkoşîn bê hûnandin. Ev têkoşîn a me hemûyan e. Divê ev zilm neyê qebûlkirin. Zarokên me her roj tên qetilkirin. Bêyî sûc tên qetilkirin an jî girtin. Em têkoşîna xwe nedin em ê bi ser nekevin. Divê em hemû ji bo demokrasiyê têbikoşin.”   ‘Yekane çareserî Serokatî ye’   Ayşeyê da zanîn ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Jin ciwan, girtî têkoşînê didomînin. Em jî li vir têkoşîna xwe didin. Hêza me îro têrî her tiştî dike. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Divê hemû gel li berxwe bidin û li ser piya bin. Divê bi Serokatiyê re demildest hevdîtin bên kirin. Yekane çareserî Serokatî ye.”   Berxwedana gelê Kurd   Nesrîn Avci jî destnîşan kir ku heta tecrîd neyê şikandin wê çareseriyek jî pêk neyê û wiha bi lêv kir: “Heta gelê Kurd aram nebe wê kes aram nebe. Ez komployê lanet dikim. Ji roja komplo pêk hatiye şer giran bûye. Gelê Kurd tê girtin, bombebarankirin. Lê gelê Kurd li her derê li berxwe da têkoşîna xwe meşand. Komplo negihişt armanca xwe. Gelê Kurd ev komplo vala derxist. Bi kuştinê û qetilkirinê wê tu carê negihêjin armanca xwe. Wê têkoşîna me encamê bigire. Wê serkeftin ya me be. Em ê bihêjin hedefa xwe û bi ser kevin.”