'Îktidar her tim berî hilbijartinê dixwaze rojnamegeran biçewisîne' 2024-02-16 10:10:48     STENBOL - Endama Desteya Rêveber a DÎSK'ê ya Basîn-Îşê Îzel Sezer, binçavkirina rojnamegerên li Îzmîrê weke "parçeyekî operasyona hikûmetê" nirxand û got: "Eger hûn rojnamegeran biparêzin, rojnameger jî dê parastina mafê we yê wergirtina nûçeyan û gihandina rastiyê bikin."   Di 13'ê Sibatê de li Îzmîrê polîsan bi ser malaan de girtin û nûçegîhana me Melîke Aydin, nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuz, Tolga Guney, nûçegîhanê Rojnameya Dûvarê Cihan Başakçioglu û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrastiyê (DEM Parti) Fatma Funda Akbulut kirin bin çavan. Rojnameger ev 4 roj in di bin çavan de ne. Polîsan rojnameger bi kelepçeya berovajî bi lêdanê birin emniyetê. Wê rojnameger îro derkevin dozgeriyê. Gelek aliyan bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan.    Endama Lijneya Rêveberiya DÎSK Basin-Îş'ê Îzel Sezer, têkildarî binçavkirina çar rojan a hempîşeyên xwe de axivî.    'Em bi binçavkirin û dozan neqediyan'   Îzelê da zanîn hempîşeyên wan cara ewil nakevin bin çavan û wiha got:"Bi taybet berî hilbijartinan em dibînin rojnameger tên binçavkirin, girtin, tundiyê dibînin û zext li wan tên kirin. Me wekî DÎSK Basin-ÎŞ'ê di daxuyaniya da xwe de jî got em êdî ne xerîbên van tiştan e. Berî hilbijartinê li Îzmîrê 5 rojnameger hatin binçavkirin, berî wê jî endama me Kibriye Evren hat binçavkirin. Em vê yekê wekî perçeyek ji operasyonên îktidarê dinirxînin. Îktidar berî her hilbijartinê bi zext, girtin, îşkence û binçavkirinan dixwaze rojnamegeran biçewisîne. Em rojnameger tu carî bi girtin, binçavkirin, zext û îşkenceyê neqediyan. Çimkî wekî rojnameger berpirsiyariyeke me ya li hemberî gel heye. Me hewl da ragihandina rastiyê bidomînin. Tiştê em lê xwedî derdikevin ev e."   Banga xwedîderketina li mafê girtina nûçeyan a gel    Îzelê banga xwedîderketina li mafê girtina nûçeyan a gel kir û wiha got:"Em dizanin belkî asta tundiyê jî zêde bibe. Lê belê li dijî vê yekê divê em bi piştevaniyê xwedî li hev derkevin. Li dijî krîmînalîzekirina pîşeya xwe em ê her tim li pîşeya xwe xwedî derkevin. Em ê ragihandina rastiyan bidomînin. Em bang li gel û hempîşeyên xwe dikin. Em rojnameger xwedî li hev derkevin. Em ê xwedî li girtina mafê nûçeyan a gel derkevin. Li vir em di eslê xwe de bangê li gel dike. Gel hûn li rojnamegeran xwedî derkevin ew ê jî xwedî li mafê girtina nûçeyan ê we xwedî derkevin."