Meşvanên Azadiyê li ser rêya Amarayê ne 2024-02-15 11:37:19     RIHA  - "Meşa Mezin a Azadiyê" di roja 15'emîn de didome. Meşvanên Azadiyê piştî li navçeya Alîgorê berê xwe dan Amarayê.    Di 1'ê Sibatê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd "Meşa Mezin a Azadiyê" hat lidarxistin. Meş îro bi dawî dibe. Meşa ku bi du baskan destpê kir îro ber bi Amarayê ve bi rê ket.    Meşvanên Azadiyê yên Bakê Wan û Qersê di roja 15'emîn a meşê de gihaştin navçeya Alîgor a Rihayê. Ji hêla gelek kesan ve bi dirûşma “Azadiya Serok, azadiya gelan e”, “Silav silav hezar silav ji Îmralî re", “Bi can bi xwin em bi tere ne ey Serok” û “Bê Serok jiyan nabe e” meşvanên azadiyê pêşwazî kirin.    Li vir Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan axivî û got: "Îro rojek reş e ji bo me. Bi rêz Oclan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê kirin. 25 sal in li hemberî Birêz Ocalan tecrîdek heye û 3 sal in jî tu agahî jê nayê girtin. Me rêwitiya heqîqetê da destpêkirin bi du baskan. Em ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan bi rêketin. Em ê meşa xwe mezin bikin. Heke Birêz Ocalan biaxife dê aştî bê vî welatî."    Meşvanên Azadiyê piştî axaftinan ber bi Amarayê ve bi rê ketin.