'Ji bo têkçûyina tecrîdê konferansa jinan a li Reqayê girîng bû' 2024-02-15 09:04:29     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Reqayê tevlî konferansa bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin" hat lidarxistin bûn, wiha gotin:"Jinan xwestin bi lidarxistina konferanseke wiha rastiya siyaseta qirkirin û tecrîdê derxin holê. Her wiha ji bo tecrîd têk biçe konferansek wiha hat lidarxistin. Em jî li dijî komployê û ji bo têkçûyina tecrîdê her tim çalakiyên xwe li dar dixin. Loma ji bo têkçûyina tecrîdê konferansa jinan li Reqayê li dar xistin jî girîng bû. "   Li Reqayê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin" konferansek bi beşdarbûna 156 endam, kesayetên jin ên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Jinên tevli konferansê bûn wiha gotin:"Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye."   Berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amine Xidro ya ku beşdarî konferansê bûbû ji ajansa me re derbarê armanc û nêrînên ku ji konferansê derketibûn wiha got:"Konferansa ku bi pêşengiya Kongra Star û Kombûna Jinên Zenobya hat organîzakirin gelekî girîng bû. Di vê konferansê de mijarên siyasî, tendirustî û hiqûqî hatin nîqaşkirin. Her wiha ji aliyê beşdarvanan ve gelek nêrîn û pêşniyarên girîng hatin kirin. Yek ji wan şermezarkirina hemî cureyên komployê bû. Her wiha tevahî rêxistin û dewletên ku destên wan di komloya navneteweyî ya li ser Rêber Abullah Ocalan hene jî hatin şermezarkirin. Her wiha bertek û nerazîbûnên li dijî helwesta CPT'yê jî derketin pêş. Di pêşniyaran de hat gotin divê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan li her derê bê kirin da ku tecrîd û komplo bi dawî bibin."   'Ji bo têkçûyina tecrîdê konferans girîng bû'   Her wiha Amineyê li ser girîngiya lidarxistina çalakiyên wan a bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got:"Bêdengiya dewletên navneteweyî ya li ser dewamkirina komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan bû sedemek bingehîn ku em îro zêdetir çalakiya xwe li dar bixin. Jinan xwestin bi lidarxistina konferanseke wiha rastiya siyaseta qirkirin û tecrîdê derxin holê. Her wiha ji bo tecrîd têk biçe konferansek wiha hat lidarxistin. Em jî li dijî komployê û ji bo têkçûyina tecrîdê her tim çalakiyên xwe li dar dixin. Loma ji bo têkçûyina tecrîdê konferansa jinan li dar xistin jî girîng bû "   'Ji bo felsefeya Rêbertî belav nebe qeyran û aloziya xwe zêdetir dikin'   Di heman demê de li ser armanca dewamkirina komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Amineyê axaftina xwe wiha domand:"Ji ber ku îro fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî qeyran û aloziyên ku li Rojhilata Navîn rû daye bûye çareserî her dewleta tirk hewl dide ku pêşî li belavbûna fikir û felsefeya Rêbertî bigire. Dewletên navneteweyî jî piştgiriyê didin vê yekê. Ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nebin tecrîd her diçe girantir dibe."   'Têkbirina komployê erka me ya sereke ya jinan e'   Di dawiya axaftina xwe de Amineyê da zanîn ku ji bo têkbirina van sîsteman û ji bo têkbirina komploya navdewletî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan erk û barê herî sereke ye ku dikeve ser milê jinê û wiha got:" Ji ber ku Rêbertî derî ji bo jinê da vekirin da ku jin têkoşîna xwe bilindtir bikin û cihê xwe di qadên siyasî û leşkerî de bigirin. Her wiha Rêbertî derî vekir da ku jin bi têkoşîna xwe faşîzimê têk bibin."   'Bi têkoşîna jinan valaderxistina komployê didome'   Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso jî li ser konferansa hat lidarxistin wiha got:" Li Reqayê konferansek bi taybet ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Xwestin bi dîlgirtina Rêbertî hebûn û felsefeya Rêbertî, hebûna gelê aştîxwaz ji holê rakin. Lê belê îro berxwedana Rêbertî di hundir Zindana Îmraliyê de dewam dike. Berxwedana gel û ya şervanên azadiyê ev komplo vala derxist. Her wiha îro em dibînin têkoşîna ji bo valaderxistina komployê heta roja me ya îro jî dewam e û ev yek jî bi taybet bi pêşengtiya jinan tê kirin."   'Konferans ji bo azadiya tevahî jinan hat lidarxistin'   Derbarê girîngiya lidarxistina konferansek bi vî awayî bi taybet di Kantona Reqayê ya ku bûbû paytaxta DAÎŞ'ê de Ayşeyê wiha got:" Îro jin li Reqayê li ser fikir û felsefeya Rêbertî xwe perwerde dikin û têdikoşin. Reqaya ku wekî paytexta DAÎŞ'ê dihat nasîn di heman demê de wekî cihê dihat qirkirin dihat nasîn. Lê belê li wî cihî îro jin ji bo azadiya Rêbertî konferansa xwe li dar dixin û jinên ji gelek pêkhateyan tê de amede bûn. Her wiha bi riya zoomê jî jin ji derveyî bajêr tevlî vê konferansê bûn. Armanca vê konferansê ew e ku di nava hemleya gerdûnî de jî çalakiyek bê lidarxistin e. Ev yek jî bi pêşengtiya jinê pêk hat. Jina ku îro xwedî li ked û ramanên Rêbertî derdikeve xwe pêş dixe. Di konferansê de jî me ev tişt dît. Ev konferans ji ser fikir û felsefeya Rêbertî hat lidarxistin. Di esasêx we de ev konferans ji bo azadiya tevahî jinan e."   'Felsefeya Rêbertî felsefeya rast a jiyanê ye'    Di dawiya axaftina xwe de Ayşeyê wiha diyar kir ku dewamkirina têkoşîna wan ji bo ku xwe û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bike ye û wiha got:"Ked û têkoşîna me ya ku îro bi domdarî tê kirin armanca wê di destpêkê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê em azadiya Rêberê xwe misoger bikin. Di heman demê de azadiya jinan em misoger bikin ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya me jinan e. Îro jin di her warî de tê qirkirin û tunekirin di nava sînorên hişmendiya faşîzmê ya desthilatdar de tê hişt. Ji ber ku li ser riyek rast bi felsefeya Rêbertî karê xwe didin dewamkirin. Her wiha ji ber ku jin îro ji bo azadiya Rêbertî konferansek xwe ya berfireh bi vî awayî li dar dixe û deriyên nû ji bo pêşketinê dide vekirin. Nîqaş û diyalogan bi pêş dixe. Ev yek jî dide diyarkirin ku felsefeya rast a jiyanê ev e."