‘Kurd azadiya xwe di azadiya Abdullah Ocalan de dibînin’ 2024-02-14 09:07:34     Pelşîn Çetînkaya   AMED - Jinan bertek nîşanê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê dan û diyar kirin ku çavkaniya binpêkirinên li girtîgehan, asîmîlasyon, tundî û krîza aborî tecrîde.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê 25 sal in di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Di 10'ê Cotmeha 2023’yan de bi  dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Kampanya her diçe mezin dibe û di vê çarçoveyê de li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê çalakî û bername didomin.   Jinan der barê tecrîda ku ji komployê heta niha tê meşandin de nirxandin kirin.    ‘Abdullah Ocalan riya 3’yemîn pêşkêşî gelên cîhanê kir’   Hevsreoka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sultan Yaray bi lêv kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan25 sal in di bin tecrîdê de ye û bal kişand ser pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’. Sultanê axaftina xwe wiha domand: “Tevî evqas êrîş û zext gel xwedî li îdeolojî, paradîgma û şexsê Birêz Abdullah Ocalan derdikeve. Tecrîdê qebûl nakin. Abdullah Ocalan riya 3’yemîn pêşkêşî gelên cîhanê kir. Ev ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan bû. Em niha li ku derê dinêrin pergala kapîtalîst û emperyalist a zirarê dide civakê heye. Li dijî vê pergalê alternatîfên tên pêşxistin desthilatdariyên cîhanê nerehet dike. Tecrîd tenê girêdayê Tirkiyeyê nîne. Kurd ne Kurdên berê ne. Kes nikare wan tune bike. Kurd azadiya xwe bi azadiya Abdullah Ocalan dibînin. Yekane muxatab jî Birêz Ocalan e. Ji ber vê ditirsin û tecrîdê ranakin.”   ‘Tecrîdê hemû jiyan bi bandor kiriye’   Sekretera Jinan a Sendîka Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê Îlknur Ayik daxuyakirin ku tecrîd tê wateya giranbûna şer, kaos, krîza aborî û tunekirinê û wiha anî ziman: “Tecrîd tenê bandor li cihekî nake. Li her qada jiyanê dike. Armanca tecrîdê têkbirina civakê ye. Armanc wan zextê li qada siyasî, aborî, çand, ziman bikin. Mixabin em bi salan e vê tecrîdê dijîn. Tunekirina zimanê Kurdî, girtina siyasetmedaran, polîtîkayên qeyûman, girtina rojnameger, hunermend û ronakbîran hemû girêdayê vê ye. Feshkirina Peymana Stenbolê dîsa yek ji encamên tecrîdê ye.”   ‘Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan’   Îlknurê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tecrîd li girtîgehan bi awayekî giran dimeşe. Şertên girtîgehê ji xwe giran in. Girtî nikarin ji tu mafên xwe fêdeyê bigirin. Ev şertên nebaş ji bo jinan hîn bêtir giran dibin. Di serî de mafê jiyanê jiyana tenduristiya mirovan di bin xetereya cidî de ye. Ji bo nexweşî bên rakirin divê tedbîrên baş bên girtin. Lê girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Tedbîr nayên girtin. Girtiyên nexweş dikevin nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê.”    Tecrîd neçareseriyê tîne   Hevsreoka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binpêkirina maf a giran e û wiha nêrînên xwe bi lêv kir: “Tecrîda wir neçareseriyê bixwe re tîne. Tecrîd sedema krîzên hemû aliyan e. Mînak krîza aboriyê girêdayî tecrîdê ye. Şerên tên jiyîn girêdayê tecrîdê ne. Di 2013’yan de pêvajoya çareseriyê hebû. Wê demê gel hemû ji vê rewşê kêfxweş bûn. Bi civakê re hêvî afirî bû. Mirov kêfxweş û aram bûn. Lê niha pêvajo berovajî ye. Bi kesî re hêvî tune ye. Li dijî tecrîdê divê deng bê bilindkirin. Şikandina tecrîdê gelek girîng e. Ji bo çareseriya krîzên li welat divê her kes dest bidin hev û dengê xwe bilind bikin.”   ‘Tirkiye qedexeya îşkenceyê binpê dike’   Parêzer Berfîn Elçî jî got tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binpêkirina mafê mirovan e û wiha diyar kir: “Di hiqûqa navneteweyî de tecrîd, wek sûcê îşkenceyê û di çarçoveya binpêkirina maf de tê qebûlkirin. Tirkiye niha tecrîdê didomîne û sûcê binpêkirina maf û îşkenceyê dike. Bi awayekî aşkera qedexeya îşkenceyê binpê dike. Tecrîdê bandor li ser hemû gelan kiriye. Bi awayekî kêfî  mafên girtiyan tên binpêkirin. Ji mafên herî mirovahî bêpar tên hiştin. Ger ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin wê qada azadiya ji bo Kurdan bê vekirin.”   ‘Divê deng bê bilindkirin’   Welatiya bi navê Fatma Ada jî diyar kir ku tecrîda giran bandor li ser hemû qada jiyanê kiriye û wiha dawî lê anî: “Tecrîd bandor li ser azadiya jinan dike. Ji bo şikandina tecrîdê divê gel dengê xwe bilind bike. Meşa Azadiyê ya Mezin dest pê kir û li gelek bajaran didome. Em ê van meşan bi coş pêşwazî bikin. Ev meş li cîhanê bû deng. Wê tiştên baş bibin.”