DEM Partî: Em deriyên li aştiyê vedibin dixwazin 2024-02-14 09:04:19     Marta Somek   STENBOL - Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz da zanîn ku di çarçoveya salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de mal bi mal tax bi tax digerin û xebatan dimeşînin. Goncayê wiha got: “Em piştî 15’ê sibatê deriyên ku li aştiyêvedibin dixwazin. Em têkoşîna xwe di vî alî de dimeşînin. Em bang li hemû gelan dikin ku xwedî li doza xwe derkevin û bi hev re aştiyê bînin.”    Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê 25 sal in di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kamplo hat destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hatin destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Di 1'ê Sibatê de jî "Meşa Mezin a Azadiyê" li Qers û Wanê hat destpêkirin û 14 roj in ev meş didome.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi çalakî û bernameyên cuda piştgiriyê dide pêngavê. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz der barê komploya ku 25 sal li pey xwe hiştiye ji ajansa me re axivî.   Li dijî tecrîdê têkoşîn   Goncayê wiha got: “Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan pêşî li azadî, demokrasî û aştiyê digire. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li hember Rêberê gelê Kurd ku pêvajoya çareseriyê bi rêve dibe, aştî û azadiya welat dixwaze tiştekî wisa pêk tê. Em hemû polîtîkayên şer, xizanî, fatureya krîza aboarî ya li gelan tê birîn bi vê tecrîdê ve gire didin.Mafên hatine bidestxistin ji destê me tên girtin. Di hawirên şer de xurtkirina faşîzmê desthilatdariyê  hîn bêsantire. Em di hişmendiya vê de têkoşîna xwe dimeşînin.”   Mal bi mal digerin   Goncayê bal kişand ser Meşa Azadiyê ya Mezin û wiha domand: “Em bi fîîlî ne li wir bin jî em piştgiriya xwe didinê em parçeyek vê meşê ne. Nobetên Edalet û grevên birçîbûnê hene. Em piştgiriyê didin van çalakiyan, di rojeva me de ev hene. Ji bo em dengê wan bidin bihistin em tax bi tax, kolan bi kolan mal bi mal digerin û der barê şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya bdullah Ocalan xebatan dimeşînin. Meş, Nobetên Edaletê, grev wê heta 15’ê bidomin. Em ê çalakiyên xwe di vê çarçoveyê de bê navber bimeşînin.”   'Têkoşîn wê bidome'   Goncayê wiha bi lêv kir: “Em parçeyeke vê têkoşîna bi daxwaza azadiyê tê meşandinê ne. Heta encam bê girtin wê têkoşîna me bidome. Em xizanî û polîtîkayên şer naxawzin. Em naxwazin cenaze bên. Em dixwazin li vî welatî azadî û çareserî pêk bê. Em di vî alî de têkoşîna xwe didomînin.”   'Çareserî Abdullah Ocalan e'   Goncayê wiha dawî lê anî: “Ji bo aştiyê divê tecrîd bê şikandin. Divê bi muxatabê vê Birêz Ocalan re ev bê çareserkirin. Lîdrekî ku dibêje em bi hev re têbikoşin  heye. Li dijî vê em bi hev re bimeşin. Em bang li hemû kes û akademîsyenan dikin. Hiqûqnas, akademisyen, rêxitsinên civaka sivîl bang kirin ku deng bidin van daxwazan. Em jî bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li vê dozê derkevin.”