Jinên Abdullah Ocalan dîtine: Dîtina Rêbertî wateyek li me zêde kir 2024-02-13 09:07:06     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dem derbas kirine diyar kirin ku hevdîtina wan a bi Abdullah Ocalan re şanseke mezin e, ew gelekî ji fikir û ramanên wî bi bandor bûne û wiha gotin:” Rêbertî her ji bo me û ji bo hemiyan digot divê hûn tekoşîna xwe di riya rastiyê de dewam bikin, xwe nas bikin û rastiya kurdewarî nas bikin. Di dilê Rêbertî de her tim hezkirin û bawerî hebû. Ew xwediyê heybetek e mezin bû.”   Di ser ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê re 25 sal derbas bûn. Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin, ji dema ku anîneTirkiyeyê ve di bin tecrîda girankirî de ye û zêdeyî 35 meh in agahî jê nayê girtin. Li gel ku 15’ê Sibatê ji aliyê gelê Kurd ve weke “Roja Reş” tê pênasekirin, çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ku piştî komployê dest pê kiribûn 25 sal in dewam dikin. Herî dawî ji pêngavên bêhejmar ên ji sala 99’an û vir ve hatin avêtin û niha jî kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de hat destpêkirin bi çalakiyên cûr bi cûr ku li 74 navendan hatin destpêkirin dewam dikin. Di çarçoveya kampanyayê de dostên Kurdan gelek çalakî li dar xistin, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî grevên birçîbûnê hatin destpêkirin, di çarçoveya heman kampanyayê de ji aliyê xizmên girtiyan ve Nobeda Edaletê hate destpêkirin.Gelek çalakiyên li dijî tecrîd û komployê dewam dikin.    Bi munasebeta komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jinên niha li Helebê ne û Abdullah Ocalan dîtine axivîn.    ‘Ji ber ku min Rêbertî dît, ez xwedî şansek mezin bûm’   Esya Xelîl Hebeş a ku di sala 1996’an Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtibû da zanîn ji ber wê Abdullah Ocalan dîtiye ew gelekî bi şans e û wiha got: ”Em xwedî şansek pir mezin bûn ku me Rêberê xwe dît. Me Rêbertî di sala 1996’an de li bajarê Helebê dît. Em çar saetan pê re man. Di wan saetan de me gelek moral girtin. Em kelecanî bûn, me moral ji fikir û felesefeya wî girt. Bi saya Rêbertî îro em li ser lingê xwe mane. Em çiqas jî qala Rêbertî bikin em her carê kêm dimînin."   ‘Rêbertî digot divê hûn her tim karê xwe dewam bikin’   Esyayê bal kişand ser gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di dema hev dîtine û wiha lê zêde kir:”Rêbertî her digot li şûna ku hûn kesan rexne dikin bi wan re bikevin têkiliyê û hewl bidin ku ew rast bifikirin ji ber gelê me bi hezar salan di bindestiyê de jiyane û wê her di şaştî û kêmasiyan re derbas bibin. Rêbertî digot divê hûn her tim karê xwe dewam bikin. Divê hûn kar û xebatê xwe di riya azadî û rastiyê de nedin sekinandin. Dijmin bi her awayî êrîşên xwe ji bo tunekirina me dide dewamkirin. Divê gelê me jî esasê ku me ava kirî wê bidin dewamkirin û bi taybet ciwan û jin divê di vê rêçê de dewam bikin ji ber jin wê bar hilde ser milê xwe. Wê bi saya keda we serkeftin di vê şoreşê de misoger bibin."   ‘Ew xwediyê heybetek e mezin bû’   Di dewamiya axaftina xwe de Esyayê diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ji wan dixwest ku kar û tekoşînê bikin got:"Rêbertî her ji bo me û ji bo hemiyan digot divê hûn tekoşîna xwe di riya rastiyê de dewam bikin, xwe nas bikin û rastiya kurdewarî nas bikin. Di dilê Rêbertî de her tim hezkirin û bawerî hebû. Ew xwediyê heybetek e mezin bû.”   ‘Bi girtina Rêbertî em gelekî xemgîn bûn’   Esyayê bal kişand dema girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hestên xwe yên derbarê vê yekê de wiha anî ziman: “Roja girtina Rêbertî ji bo me rojek pir reş û bi êş e. Ez bi carekê wê rojê ji bîr nakim. Em bê hêz û bê moral mabûn lê gotinên Rêbertî dihat bîra me. Dema ji me re digot ‘dibe ku rojek bê em fanî bibin an bê girtin, divê hûn bê vîn û moral nemînin’. Me digot qey mîna serhildanên berê bi girtina Rêbertî ev raperînên me dê bi bin bikevin lê berovajî vê yekê gel serî netewand. Em bûn sedem ku gelek millet di bin bandora fikir û felsefeya Rêbertî de bimînin. Ew di nava ramamên Rêbertî de kûr bûn. Piştî girtina Rêbertî gelek kesî bedena xwe dan ber agir. Her çiqas Rêbertî li dijî vê yekê be jî. Girtina Rêbertî ji şehadeta lawê min bi êştir bû. ”   ‘Divê em pirtûkên Rêbertî bixwînin, em rastiya Rêbertî nas bikin’   Esyayê di axaftina xwe de banga xwe ji bo tevahî gelên aştîxwaz kir ku li ser bingehek rast bimeşin û pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bixwînin û wiha got:"Hêvî û daxwaza min ji bo tevahî gelê me heye ku em li ser esasekî rast bi yek dest û rihî têkoşînê bikin. Raman û felsefeya Rêbertî ji xwe re esas bigirin. Her wiha divê ciwanên me yên nû digihînin jî pirtûkên Rêbertî nas bikin û bixwînin da ku dîroka xwe nas bikin û tevahî şoreşên ku pêk hatine û têk çûne, nas bikin. Ji xwe re fêdeyekê jê bigirin her wiha rastiya jin û jiyanê nas bikin."   ‘Em ji gotin û heybeta Rêbertî bi bandor bû’   Esyayê bal kişand ser Zîlana ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir û wiha pê de çû: “Rêbertî li ser Zîlana ku bedena xwe da ber agir wê demê wiha gotibû, ‘Heval Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî nameyek ji dijminan re bi rê kir û li hember dijminan bû bersiv. Zîlan fermandara min e.  Zîlan ji bo me tayên porê xwe kir perçe perçe’. Em gelek ji gotin û heybeta Rêbertî bi bandor bûn."    'Jin cewherek paqij e'   Di dawiya axaftina xwe de Asyayê got;" Rêbertî digot 'jin cewherek paqij e' û nirxekî mezin dida jinê. Em bi hêvî ne ku em Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin."   Di sala 1991'ê û 1995'an de Abdullah Ocalan dibîne    Di heman demê de Zeloh Ehmed di sala 1991'ê de li Lubnanê û di sala 1995'an de, li Helebê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtibû. Zelohê derbarê dîtina Abdullah Ocalan de wiha got:" Min di sala 1991'ê de li Lubnanê Rêbertî dît û di civîna wî de nêzî 3 saetan em man. Me li gotinên wî guhdar dikir, di riya Rêbertî de em bi çav bûn. Me xwe nas kir û ez jî silavên xwe ji taxa berxwedêr heta bi zindana Îmraliyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê dikim. Piştî çar salan carek din di 1995'an de li Helebê jî em di civîna Rêbertî de amade bûn."   'Kurdistanek azad ji we û keda we tê xwestin'   Zelohê bal kişand ser gotinên wê demê yên Abdullah Ocalan û wiha lê zêde kir:"Wê demê Rêbertî gelek gotin dikirin. Digot, 'heta hûn bi xwe kedê nedin ji bo we tu kes Kurdistanekê ava nakin. Avakirina Kurdistanê ji we tê xwestin. Divê hûn êşê bikşînin û welatê xwe ava bikin. Her wiha gelek jin hene tên firotin, em li dijî wê ne. Ez naxwazim jin bên wê astê berovajî wê divê jin azad û jêhatî be. Ji ber ku jin wê bikaribe wî barê me rake. Gelek serhildan çêbûn û bi bi bin ketin lê her yek ji me ger ji bo vê riya rast kar bike, xebatê bike wê bi ser bikeve. Xwe bi min ve nedin girêdan, bila girêdana we bi kar, ax û welatê we re be. Bila hûn dirust bin.' "    'Bi dîtina Rêbertî kêliyên jiyana me bi wate bû'    Zelohê da zanîn bi nasîn û dîtina Abdullah Ocalan wate li kêliyên jiyana wê bar bûye û wiha got:"Di dawiyê de me bi Rêberê xwe re hin wêne girtin. Me ji wê civînê û ji gotinên Rêbertî jî gelek tişt girt. Bi dîtina Rêbertî kêliyên jiyana me bi wate bû. Ez bi xwe bûm aşiqê raman û gotinên Rêbertî. Heta ez li rê vegeriyam malê, ez her bi gotinên Rêbertî dihizirîm û min ew gotin di dilê xwe de mayînde kir. Ez bi gotinên Rêbertî hem bi bandor bûm, hem jî min jê sûd girt. Dîtina Rêbertî wateyek li me zêde kir.”    'Heta ku em Rêberê xwe azad nekin em dest ji vê dozê bernadin'   Di dawiya axaftina xwe de Zelohê ya ku di bin bandora gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de maye û zarokên xwe li gor parastina têkoşîna doza kurd mezin kiriye wiha got:" Ji ber ku gelekî ji gotinên Rêbertî bi bandor bûm, min got heger îro Rêbertî ji bo me wisa ked û têkoşîn kiriye ez jî li ser wê ramanê zarokên xwe tevlî partiyê dikim. Du zarokên min û zarokên keça min jî tevlî bû. Neviya min şehîd bû ya min jî yek şehîd bû û yek jî ev bû 30 sal in li çiya di nava şervanên azadiya Kurdistanê de cih digire. Her wiha du zarokên lawê min jî tevlî nava refên parastina gel bûne û heta roja me ya îro bi carekê me deriyên xwe li hemberî vê rêxistinê negirt. Heta ku em Rêberê xwe azad nekin em dest ji vê dozê bernadin. "