Meşvanên Azadiyê li Şemrexê hatin pêşwazîkirin 2024-02-12 10:57:46   MÊRDÎN - Meşvanên Azadiyê li Şemrexê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Piştî meşê Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca axivî û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, li dijî şer, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşin. Ji bo aştiyeke bi rûmet, azadî û wekheviyê dimeşin."   Meşvanên Azadiyê yên ku bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li dijî tecrîda li Îmraliyê ji Wanê bi rê ketin, ji navçeya Şemrexê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.    Meşvanên Azadiyê beriya ku bighêjin Şemrexê di navbera Dêrik û Şemrexê de meşiyan û govend gerandin. Meşvanên Azadiyê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Jinan bi cilên xwe yên netewî û di destê wan de qurnefîlên sor di pêşwazîkirinê de cihê girtin. Di pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Meş heta li Qada Şemrexê berdewam kir.    Ji 7 salî heta 70 salî, ji karkerên înşaatê, zarok, ciwan, kedkar bi çepikan piştevaniya meşê kirin. Li Qada Şemrexê daxuyanî hat dayîn. Li vir Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê Perîhan Koca, axivî û got: "Dayikên Aştiyê, ciwan û jin li dijî polîtîkayên tecrîdê meşiyan. Meşvanên Azadiyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, li dijî şer, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşin. Ji bo aştiyeke bi rûmet, azadî û wekheviyê dimeşîn. Ev meş tayînkirina qedera Gelê Kurd e. Ev meş meşa Dayikên Aştiyê ya dibêjin 'êdî bes e' ye. Silav ji berxwedêrên greva birçîbûnê, silav ji Nobeda Edaletê re. Em ê bi hev re aştiyê pêk bînin û teqes bi ser kevin."    Namzetên hevşaredariyê ya Şemrexê Kudret Ucuk û Hamdîn Demîr axivîn û gotin dem dema azadiyê ye.    Piştî daxuyaniyê Meşvanên Azadiyê û girseya pê re bi dirûşmeyan derbasî avahiya DEM Partî ya Şemrexê bûn.