Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Ev meş meşeke pîroz e 2024-02-12 09:05:16   Rabîa Onver   SÊRT - "Meşa Mezin a Azadiyê" li navçe û bajaran bi coşek mezin tê pêşwazîkirin. Li Sêrtê Dayikên Aştiyê bi Meşvanên Azadiyê re meşiyan û gotin: "Ev meşeke pîroz e û dê bi vê meşê azadî pêk bê."    "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di 1'ê Sibatê de hat destpêkirin didome. Meşa 12 roj in bi coşek mezin didome. Baskê Qersê li Sêrtê bi coşek mezin duh hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Dayikên Aştiyê li pêş cihê girt.    Dayikên Aştiyên yên di meşê de cih xwe girt ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser girîngiya meşê.    'Em ê bi ser kevin'   Dayika Aştiyê Kumrî Kaçar, destnîşan kir ku bi Azadiya Abdullah Ocalan dê Gelê Kurd jî azad bibe û wia bi lêv kir: "Em daxwaz dikin ku bila Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Heke em berxwedana xwe bidomînin dê Kurdistan jî û Ocalan jî azad bibe. Em natirsin, em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin."    Kumrî, daxuyad ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan wek Dayikên Aştiyê çi ji destê wan bê dê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gava ku Abdullah Ocalan ji mala xwe derket ji wê rojê heta Îro kurd û kurdistanî bi azadiyê ve hat girêdan. Ev meş dê azadiyê bîne."   'Bila gavek bê avêtin'   Abdulmecit Aslan, di sala 2012'yan de piştî greva birçîbûnê pirsgirêkên tenduristiyê jiya û dû re jî jiyana xwe ji dest da, dayika wî Maşallah Işik Aslan, di meşê de cih xwe girt û got: "Em naxwazin dilê tu dayikê bişewite. Em dixwazin gavek bê avêtin. Bila tecrîda li ser Rêberê me rakin. Bila daxwazên girtiyan bînin cih. Ev Meşa Azadiyê meşeke pîroz e. Em dixwazin ku her kes piştevaniya meşê bike. Bila gavek bê avêtin û azadî pêk bê."