Ciwan bi biryarin ‘Ji Îmraliyê re 1000 Name’ bişînin! 2024-02-12 09:02:33   Zelal Tunç   WAN - Endama Meclîsa Jinên Ciwan a DEM Partî Yekbun Safali da zanîn ku  di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de  kampanya ‘Ji Îmraliyê re 1000 Name’ dimeşînin û banga piştgiriyê kir.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li dijî  polîtîkayên şerê taybet di 5’ê Tebaxa 2023’an de  starta kampanya ‘li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’ dan destpêkirin.  Di çarçoveya kampanyayê de xebat didomin. Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Wanê di çarçovya vê de kampanya ‘Ji Îmraliyê re 1000 Name’ da detspêkirin.   Endama Meclisa Jinên Ciwan a DEM Partiyê Yekbun Safali der barê mijarê de axivî û da zanîn ku tevî hemû zextan xebatên wan bi eleqeyek mezin didomIN û got: “Desthilatdariyê  bi poLîtîkayên şerê taybet rejîma zextê li hember ciwanan kiriye dewrê.Ji bo jinan tu mafên azadî, civakî nayên nasîn. Mafên hewce bihata dayîn wê întîxarên ciwanan evqas zêde nebûna.”   Ciwan di hedefa desthilatdariyê de ne   Yekbûnê di berdewamiyê de bi lêv kir ku desthilatdarî ‘modela ciwanan’ ya ku nafikire û lêpirsîn nake dixwaze û wiha dirêjî daye: “Hedefgirtina jin û ciwanan ji ber têkoşînê ye. Ciwan gelek pirsgsirêkan dijîn. Yek ji vê perwerdehiye. Li yurdan pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Ketina asansoran, di asansoran de mayîn. Xwarinên li yurdan.  Zema ji bo veguhestinê, pirsgirêkên aborî. Ciwan van pirsgirêkan hemûyan dijîn.”   ‘Jin di hedefê de ne’   Yekbûnê axaftina xwe wih adomand: “Divê ciwan di hişmendiya van polîtîkayan de bin û lêpirsîn bikin. Meclîsê di 5’ê Tebaxê de starta ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’ da. Der barê kampanyayan de ‘çalakiyên nobetê’ didomin. Navbera ciwanan de bikaranîna hişbirê zêde bûye. Polîtîkayên fuhuş û hişbirê di dewrê de mne. Bi van polîtîkayan ciwanan hedef digirin. Herî zêde jî jinên ciwan hedef digirin.”   Ji bo xebatên 8’ê Adarê û hilbijartinan bang   Yekbunê destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet girêdayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha bang li ciwanan kir: “Em wek Meclîsa Jinên Ciwan a DEM Partiyê  bang li hemû jinan dikin ku der barê xebatên 8’ê Adar û hilbijartinên herêmî de di bin bangê DEM Partiyê de têbikoşin.”   ‘Divê ciwan li ser kampanyayê bisekinin’   Yekbunê der barê kampanya ‘Ji Îmraliyê re 1000 Name’ axivî û got: “Divê ciwan giraniyê bidin kampanyayê. Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê şikandin azadî wê neyê Kurdistanê. Yekane vekirina riya azadiyê Birêz Ocalan e. Armanca me ev e ku herî kêm hezar name bên şandin. Divê ciwan bikevin tevgerê. Ciwan dikarin polîtîkayên tecrîdê bişkînin.  Ciwan çiqas bêdeng bin wê zext jî zêde bin. Divê kes vê rewşê qebûl neke.”