Meşvanên Azadiyê li Misircê ne 2024-02-11 15:18:02   SÊRT - Baskê Qersê yê "Meşa Mezin a Azadiyê" piştî pêşwazîkirina girseyî ya li Sêrtê derbasî navçeya Misircê bûn û ji aliyê bi hezaran ve hatin pêşwazîkirin.    Baskê Qersê ya "Meşa Mezin a Azadiyê" ku 11 roj in ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dewam dike, piştî pêşwazîkirina li Sêrtê derbasî navçeya Misircê bûn. Bi hezaran kes daketin qadan û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" meşvan pêşwazî kirin. Kesên ku ku heta ber buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê meşiyan li ber avahiyê gihştîn bi hezaran. Di hevdîtina ku govend hat gerandin de, gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kir.   'Ev gel birçîyê aştî û azadiyê ne'   Parlamenterê Partiya DEM’ê Omer Ocalan li wir axivî û got, “Gelê me li vir e û ji bo mafên xwe têdikoşe. Ev meş ji bo Birêz Ocalan û azadiya Kurdistanê ye. Birêz Ocalan gelek caran agirbest îlan kir. Ji bo aştiyê çi ji destê wî hat kir, lê ev 3 sal in tu agahî jê nayên. Ger em ji bo azadiya wî dimeşin divê gelê me jî piştgiriyê bide me. Ev hikûmet siyaseta qirkirinê û şerê qirêj dimeşîne. Li girtîgehan zilm heye, xwezaya me tê tunekirin, lê tevî vê yekê jî em aştiyê dixwazin. Muxatab birêz Ocalan e û divê hûn pê re rûnin. Ev erd niha ji şer û mirinê têr bûye. Divê ev şer raweste û rêya aştiyê bê vekirin. Ev gel birçîyê aştî û azadiyê ne. Ji ber vê yekê em ji Qersê meşiyan vir."   'Gelê me ji bo Rêberê me dibêje bimeşin'   Omer anî ziman ku li hemû bajaran gel piştgiriyê dide wan û got, "Gelê me ji me re dibêje 'Ji bo Birêz Ocalan, ji bo Rêberê me bimeşin.' Divê em yekîtiya xwe misoger bikin û li gorî wê tevbigerin. Divê hêzên demokrasiyê jî piştgiriyê bidin me û em bi hev re pêşeroja xwe diyar bikin. Gelê me li pêşiya me ye û em li pişt wanin. Heta ku tecrîd bê şikandin û Birêz Ocalan azad bibe em ê bimeşin."