Meşvanên Azadiyê li Serêkaniyê hatin pêşwazîkirin 2024-02-11 11:41:36   RIHA - “Meşa Mezin a Azadiyê” di roja 11’an de li navçeya Serêkaniyê berdewam dike.    Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, îro di danê sibehê de ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ber bi navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve kete rê. Meşvan, li vir bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.    Bi def û zurne hatin pêşwazîkirin   Rawestgeha din a Meşa Azadiyê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bû. Girseya ku li Parka Ûç Fîdan a Serêkaniyê li benda meşvanan bû, ew bi def, zuren û alên DEM Partiyê pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirin girse ji Parka Ûç Fîdan meşiya û bê navber dirûşmên, "Bîjî berxwedana zindanan", "Bîjî berxwedana Îmraliyê", "Ji Îmraliyê re hezar silav", "Bijî Serok Apo" berz kir û  pankarta "Rêberek azad welatek azad e" hate vekirin. Di meşa ku ji 7 heta 70 salî ji hemû beşên civakê, jin, zarok, ciwan, kal û pîr tevli  bûn de kêliyên rengîn hatin jiyîn.   Girseyê di tevahiya meşê de dirûşme berz kirin û govend gerand. Meşa ji aliyê derdorê, jin û zarokan ve bi tilîlî û çepikan hate piştgirîkirin, li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Serêkaniyê bi dawî bû.   'Em careke din dewletê vedixwînin ser maseyê'   Parlamentera DEM’ê ya Amedê Ceylan Akça di daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya navçeyê de axivî û got, “Serêkaniyê cihê ku hêzên tarî di sala 2015’an de ji bo rûxandina maseya aştiyê 2 polîs qetil kirine. Ger vê dewletê di sala 2015’an de ev tarîtî bidîta û birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bihata derxistin, ev 9 sal in ev ax bi xwînê nedihat avdan. Ger 9 sal berê îradeya Kurdan li ser maseyê qebûl bikira, îro Tirkiye li ser maseyên din ên Rojhilata Navîn wê rûnenişta. Yên ku ji ser maseya xwe ya aştiyê rabin, nikarin li ser maseyên din daxwazên gel bînin ziman. Kesên ku birêz Abdullah Öcalan nas nekin, li Gazze, Ukrayna û Lubnanê ne xwedî gotin in. Ger îro li Rojhilata Navîn pevçûn berdewam dike ji ber wê ye ku dewletên netewe daxwazên siyasî paşguh kirin û biryar dan ku daxwazên siyasî bombebaran bikin.  Îro di sedsala duyemîn a komarê de em careke din li ser maseya 'Vîna aştiyê li vir e, li Îmraliyê ye. Em dibêjin 'em amade ne'. Em dîsa dewletê vedixwînin ser maseyê. Rêya me rêya azadiyê ye, rêya yekîtiyê ye. "Rêya me vekirî ye,"   'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'   Namzedê Hevşaredarê yê Serêkaniyê yê yê DEM Parityê Ûgûr Kahraman, Meşa Azadiyê silav kir û got, “Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ji Tebaxa 2019’an û vir ve didome. Ji vê rojê û vir ve tevî bi sedan serlêdanan jî tu bersiv nehat dayîn. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hiqûq sozek e ku divê her kes pê re tevbigere. Li gorî qanûna înfazê mafê girtiyan heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Di vê wateyê de divê tecrîd di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Nexwe dê sûc bê kirin. Divê bi Îmraliyê re muzakere bên kirin. Têkoşîna me dê di vî warî de bidome."   Peyama tecrîdê   Piştre Namzeta Hevşaredartiyê ya Serêkaniyê ya DEM Partiyê Rahşan Serbest axivî û got, “Ev pirsgirêk roj bi roj kûrtir dibe. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir li hemû qadan belav bûye. Bandorê li hemû civakê dike. Ev yek li dijî mafên mirovan ên gerdûnî û hiqûqa gerdûnî ye. Li Tirkiyeyê jî li dijî hiqûqê ye. Em hêvî dikin ku ev bi dawî bibe. Ji tecrîdê re na. "Jin, jiyan, azadî" got.   Piştî daxuyaniyan girse li ber avahiya navçeyê li ber def û zurneyê govend gerand.