Meşvanên Azadiyê li Dêrikê ne: Wê Birêz Ocalan azadiyê bîne 2024-02-10 15:23:30     MÊRDÎN - Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ya Wanê li Dêrikê bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê Guldeneren Varli axivî û got: “Birêz Ocalan dengê azadiyê ye. Ancax  wê birêz Ocalan ji gelê Kurd û Tirk re azadiyê bîne.”   Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ya Wanê ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hat destpêkirin di roja 10’emîn de li Qoser a Mêrdînê serdanên xwe pêk anî û piştre derbasî Dêrikê bûn.   Girse li Ektiren Petrolê bi coşek meizn hat pêşwazîkirin û berbi Qada Dêrikê ve meş pêk hat. Jin bi cil û bergên xwe yên gelerî tevli meşê bûn. Esnafên derdorê li ber kargeriyên xwe bi çepik û dirûşmeyan piştgirî dan Meşvanên Azadiyê.   Li Qada Dêrimê daxuyaniyek hat dayîn.     ‘Wê Abdullah Ocalan aştiyê bîn’   Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli da zanîn ku meşa wan di roja 10’an de didome û  got: “ Silava Wan, Serhed, Botanê ji we re hebû. Bi salane polîtîkayên zextan li ser gelê Kurd tê meşandin. Divê aştî bê ser vê axê. Divê azadî bê van axan. Birêz Ocalan dengê azadiyê ye. Ancax birêz Ocalan ji gelê Kurd û Tirk re azadiyê bîne.”   Hevserokê OHD’a Mêrdînê Lokman Emen jî axivî û got ew banga bilidkirina qêrîna aştî û azadiyê li her kesî dikin.   Piştre namzetên hevşaredariya Dêrikê Songul Ozbahçecî û Cengîz Temellî gel silav kirin. Herî dawî hevserokê DEM Partiyê yê Dêrikê Selahattîn Îzcî axivî û got heta Abdullah Ocalan azad nebe wê çalakiyên wan bidomin.   Piştî daxuyaniyê girse derbasî avahiya DEM Partî ya Dêrikê bûn.