Dayikên Şemiyê: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin 2024-02-10 14:02:22     STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Nezîr Duman ê 31 sal berê di girtîgehê de hat windakirin pirsîn û diyar kirin ku ew ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo hemû windayan bernedin.   Dayikên Şemiyê cara 985'an li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên li girtîgehê hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û failê wan bên darizandin kom bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Nezîr Duman pirsîn. Di çalakiyê de ku Dayikên Şemiyê, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) jî amade bûn, pankartên wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin hatin hilgirtin.   Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Ûmît Efe bi xwendina daxuyaniya çapemeniyê diyar kir ku divê dem ji bo veşartina sûc neyê bikaranîn. Ûmît xîtabî meqamên edlî kir û got, “Hemû biryarên qanûnê yên di dosyaya Mehmet Nezîr Duman de hatine girtin, rakin. Bi lêkolîn û lêpirsîneke bi bandor ve rastiyê eşkere bikin û edaletê misoger bikin."   Di çalakiyê de nameya hevjîna Nezîr ê li Elmanyayê dijî, hat xwendin. Piştî nameyê Ûmît diyar kir ku ew ê dev ji daxwaza edaletê ya Mehmet Nezîr Duman û hemû windayan bernedin û bi bîr xist ku divê dewlet di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de tevbigere.    Çalakî piştî qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin hiştin bi dawî bû.