Meşvanên Azadiyê gihaştin Nisêbînê: Ev meş 100 sal in didome 2024-02-08 14:04:57   MÊRDÎN -  "Meşa Mezin a Azadiyê" ya Baskê Wanê gihaşt Nisêbînê. Li Nisêbînê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş axivî û got: "Ev meş ne îro 100 sal in didome. 100 sal in Gelê Kurd li ber xwe dide."    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd li Wan û Qersê hatiye destpêkirin, di roja 8’emîn de ye. Şandeya ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî ên di nav baskê meşê yê Wanê de digirin gihaştin Nisêbînê.       Li Nisebê bi stran, tilîlî û dir3uşmeyan dest bi meşê kirin. Di meşê de welatî û esnafan bi çepik û dirûşmeyan piştevaniya meşvanan kir. Di meşê de dirûşmên wekî “Bîjî Serok Apo”, “Bîjî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Meşvan û girse li Parka Aştiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Li vir Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş axivî û got: "Min ji we ji Wanê, Qersê û Serhedê silav anîn. Nisêbîn heta roja îro li ber xwe da. Em vê berxwedanê silav dikin. Em ji 1'ê Sibatê vir ve dimeşîn. Her roja ku derbas dibe piştevaniya bo Meşa Azadiyê mezin dibe. Em ê heta azadiya Birêz Ocalan serbixin em ê meşa xwe ya têkoşînê bidomînin. Gelê kurd 25 sal in li ji bo azadiya Birêz Ocalan têdikoşin û ev têkoşîn belavî raya giştî ya navneteweyî bû. Em ê teqes bi ser kevin"    Namzetê hevşaredariyê ya Bajarê Mezin Ahmet Turk jî axivî û bal kişand ser berxwedana Gelê Kurd a li hemberî polîtîkayên şidet û zextan. Ahmet, diyar kir ku her kes dizane ku Abdullah Ocalan mamosteyek e û navnîşana çareseriyê ye û got: "Ji ber vê sedemê jî divê Birêz Ocalan azad bibe. Îro hevalên me li dijî tecrîda li hemberî Birêz Ocalan li vir in."   Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin Devrîm Demîr jî destnîşan kir ku şer belavî tevahiya qadan bûye û wiha bi lêv kir: "Li dijî şer divê berxwedan jî li pêş bikeve. Îro ji bo azadiya Birêz Ocalan li girtîgehan gireva birçîbûnê heye û çalakiya Nobeda Edaletê heye. Em wan çalakiyan silav dikin."    Dû re jî namzetên hevşaredariyê ya Nisêbînê Gulbîn Şahîn û Selahattîn Ay axivîn û bal kişandin ser girîngiya Meşa Azadiyê.    Piştî daxuyaniyê meşvan wê serdana gora Mûsa Anter bikin.