Meşvanên Azadiyê li Hezexê bi tilîliyan hatin pêşwazîkirin 2024-02-08 11:30:23   ŞIRNEX - "Meşa Mezin a Azadiyê" di roja 8'an de didome. Meşvanên Azadiyê li Hezexê bi tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de hat diyar kirin ku dê dengê xwe bihgînin Îmraliyê.    Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Li 8 bajaran jî çalakiya Nobeda Edaletê hatin destpêkirin.    Di vê çarçoveyê "Meşa Mezin a Azadiyê" di 1'ê Sibatê de li Qers û Wanê hat destpêkirin. Baskê Wanê meşa xwe li Botanê didomîne. Meşvanên Azadiyê ji Cizîrê bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Îmraliyê" ji Cizîrê ber bi Hezexê ve hatin birêkirin.    Li Hezexê jî meşvanên azadiyê bi coşek mezin û bi fîşekên hewayî hatin pêşwazîkirin. Dayikên Aştiyê bi lacikên spî meşvanan pêşwazî kir û Meşa Azadiyê silav kirin. Bi dehan kes bi meşvanan re berê xwe dan Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Hezexê. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî", “Tecrît mirin e, berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.      'Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye'   Li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn. Ji Meşvanên Azadiyê Cemîl Taşkesen axivî û got, "Em naxwazin ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan veguhere rojiya mirinê. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd ne li gorî mirovan e, ne li gorî dewletê ye, ne jî li gorî Îslamê ye. Tecrîd exlaqî nîne. Ne leşker, ne polîs, ne girtiyên li girtîgehan ne jî gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Werin em bi hev re bikevin binê vî barî û hildin. Çareseriya pirsgirêka kurd li Îmraliyê ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye."   Namzeta Hevşaredariya Hezexê ya DEM Partiyê Turkan Kayir jî bi suryanî silav da Meşvanên Azadiyê. Namzetê Hevşaredariya Hezexê Dogan Adibellî yê ji DEM Partiyê jî wiha axivî: "Heta ku rêberê gelê kurd azad nebe û deriyên Îmraliyê neyên vekirin Meşa Azadiyê wê nesekine. Rêbertî mîna Nelson Mandela ji bo vê têkoşînê berdêlên mezin dide. Divê em jî xwedî li Rêberê xwe derkevin û bi coş û ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê."   Piştî axaftinan li ber Rêxistina Navçeya Hezexê ya DEM Partiyê govend hate gerandin û stran hate gotin.   Rawestgeha din a Meşvanên Azadiyê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye.