Cizîra Botan careke din bi sekna xwe peyama xwe da: Herne Pêş 2024-02-08 10:19:50   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Cizîra Botan bû rawestgeheke "Meşa Mezin a Azadiye", li vir ligel dîmenên bi rengin û peyamen xurt bi sirûda “Herne Pêş” hatin dayîn. Ji heft salî heta heftê salî kesên ku meşvanên azadiyê pêşwazî kir bi yek dengî gotin “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" dan.    Li hember hemû polîtîkayên desthilatdariyê têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd her tim bi biryariyek mezin berdewam dike. Cihê ku her tim berxwedan lê kêm nebûyî Botan e. Gelê Botanê her tim li dijî polîtîkayên şerê taybet li ser piyan bû. Botan bû cihê berxwedan û têkoşînê. “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ku li Wanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatibû destpêkirin, gihîşt Botanê. Li Botanê ji navçeyên Elkê heta Qilabanê, ji Qilabanê heta Silopiyê dengê meşvanên azadiyê bilind bû.    Ji Manîsayê ber bi Silopiyê ve...   Meşvanên Azadiyê ya ku 8 roj in li gund, bajarok, navçe û bajaran derbas dibin ji hêla welatiyan ve bi eleqeyeke mezin tên pêşwazîkirin. Ji her deverê piştevaniya ji bo meşê mezin dibe. Mînaka vê yekê jî hatina dayika Sêvê Demîr a ku di 4’ê Çîleya 2016’an de li Silopiyê hat qetilkirin, Sakîne Demîr bû. Sakîne ji Manîsayê ji bo piştevaniya Meşa Azadiyê berê xwe da Silopiyê û li kêleka meşvanên azadiyê rawestiya. Sakîneya ku bi salane daxwaza azadî û aştiyê dike, bi vê meşê re carekedin  xwesteka xwe dûbare kir.   Bi sirûda ‘Berxwedan xweş doz e’ hatin pêşwazîkirin   Dema ku em ji Silopiyê ber bi Cizîrê ve bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmralî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin oxirkirin, kelecanek mezin di dilê hemû meşvanên azadiyê de hebû. Ji ber ku Cizîr di dîrokê de wek “Kelaha berxwedanê” tê binavkirin, ev yek wan zêdetir kêfxweş û kelecantir dikin. 32 km mabû ku meşvan bighijîn Cizira Botanê, ketin û derketina Cizîrê ji hêla polîsan ve hatibû girtin. Ji ketina Cizîrê bigire, heta li ber emniyeta Şirnexê polîs û maşîneyên zirxî li navçeyê kom bibûn.  Lê belê ligel vê rewşa dorpêça polîsan jî Dayikên Aştiyê û şêniyên Cizîrê li devera Pira Yafesê ya di ketina Cizîrê de, bi sirûdên “Berxwedan xweş doz e” û “Herne Pêş” meşvanan  pêşwazî kirin. Piştî çend deqe şûnde sirûdên ku li vir hatin gotin şûnde, Dayikên Aştiyê ketin milê meşvanan û bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Jin, jiyan, azadî” û “Tecrîd mirin e, berxwedan azadî ye” dest bi meşê kirin. Cizîr bi dirûşme û sekna xwe bersiv da polîtîkayên şerê taybet ên ku li navçeyê tê meşandin.    Ji heft salî heta heftê salî…   Dayikên Aştiyê bi laçikên spî ku wek sembola aştiyê tê dîtin, di meşê de li pêş cihê xwe girtin û xwesteka xwe ya azadiyê dîsa qîr kirin. Di heman demê de di meşê de tişta ku bala mirov dikişandin jî ji zarok bûn.  Zarokên 7 salî jî di meşê de cih xwe girtibûn. Ev yek carekedin da nîşandan ku xwesteka welatiyan a azadiyê tu carî bi dawî nabe.  Ên temen mezin bi gopalê xwe, astengdar bi erebeya xwe ya bi teker di Meşa Azadiyê de cihê xwe girtin. Ev yek mirovan çend hêstiyar bike jî mirov dibîne ku hêviya ji bo azadiyê çiqasî mezin e. Cizîra Botan çend  xwedî li êş û kûlek mezin be jî tu carî dev ji daxwaza xwe ya aştî û azadiyê bernedaye. Ev meş carekedin vê biryarbûna wan raxist ber çavan.   Meşa Azadiyê li Cizîrê deng veda   Esnafên ku polîsan di dema meşê de hewl dan nehêlin ji dikanên xwe derkevin, li hemberî vê yekê welatiyên navçeyê bi çepikan bertekên xwe anîn ziman û piştgirî dan Meşvanên Azadiyê. Heta avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Cizîrê bi dirûşme, tililî û çepikan meşiyan. Girseya ku gihîşt li ber avahiya DEM Partî ya Cizîrê ji aliyê bi dehan kesî ve bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin. Dirûşmeyên hatin berzkirin li Cizîrê carekedin olan da. Yek ji kesên di nava girseya li pêşiya avahiya partiyê de bi laçika xwe ya spî disekinî jî dayika Mehmet Tunç, Esmer Tunç bû. Piştî daxuyaniyê girse bi meşvanên azadiyê derbasî avahiyê bûn.    Zarokan pêlîstokên xwe dan meşvanan    Dayikên Aştiyê li vê derê patîk û lepikên çêkiribûn, her wiha nameyên ku ji Abdullah Ocalan re nivîsandibûn radestî  Meşvanên Azadiyê kirin ku bişînin Îmraliyê. Tişta herî balkêş ew bû ku zarokeke keç a şal û şepik li xwe kiribû nameya  xwe bi pêlîstoka xwe radestî meşvanan kir ku ji Abdullah Ocalan re bê şandin… Her wiha li hewşa avahiya rêxistina partiyê jî ciwanan  stran hatin gotin û govenda azadiyê gerandin. Her stran ji bo “Berxwedanê” bû her govend ji bo yekitiyê bû.   Êşa bê mînak a bê dawî   Kesên ku di pêvajoya qedexeya derketina derve ya 2015’an de hatin qetilkirin ne hatin jibîrkirin. Li eywaneyê pankarta navê 177 kesên ku hatine qetilkirin hatî nivîsandin hatibû daliqandin. Dayik her rondikên dibarandin paqij  dikirin. Dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç, Heznî Arslan a cenazeyê keça wê hêj jî nediye, dayika Nîhat Kazanhan ê dema li pêşiya mala xwe dilîst hatiye qetilkirin Ayşe Kazanhan û dayika Umît Kurt ê bi guleberana polîsan jiyana xwe ji dest da Nafiye Kurt û gelek dayikên din…. Di bîranînê de cih girtin… Di dema nîşandana sînevîzyonê de rondikên dayikan nesekinî û heman roj carek din zindî bû… Cizîra Botan ji salên 80 û 90’î û heta îro şahidê gelek êriş û komkujiyan bûne, lê belê li hember van êrşan tu carî ji sekna xwe ya berxwedêr paşve gav neavêtiye. Ev meşa ku duh hatî lidarxistin jî carekedin vê yekê da nîşandan.   ‘Em ê bi berxwedanê bi ser kevin’    Meşvanên Azadiyê, bi girseyê re serdana esnafan kir. Serdana ku di Ceda Orhan Doganê dest pê kir, heta Ceda Şerafettîn Elçî dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Tecrît mirin e, berxwedan jiyan e”, “Jin, jiyan azadî” û Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” li ser ziman neket xwarê. Di dema serdanê de meş her ku çû bi tevlîbûna kesan zêdetir bû. Girseya ku herî kêm 3 km meşiyan, coşa gel jî her ku diçû zêdetir dibû.   Piştgiriya esnafan a Meşa Azadiyê    Dikandar li hemberî astengiya polîsan ji dikanên xwe derketin û bi çepikan piştevaniya meşê kirin. Her  welatiye bi silav û çepikan piştgiriya meşê kir. Car caran jî polîsên ku polîsên sivîl nasnedikirin êrişê wan jî dikir.  Meşa ku demek dirêj dom kir, êdî hatibû wê astê ku polîs aciz bûbûn. Ji ber biryariya girseyê meşa ku berdewam dikir, polîsekî digot “Êdî bila biqede em westiyan biçin mala xwe.” Diyalogên bi vê rengê jî gelek caran dihatin li ber guhê me.    Bi vê meşê re carekdin derket holê ku şêniyên Cizîrê û meşvanên azadiyê di daxwaza azadiyê de çend bi israr in...