'Li dora Meşa Mezin a Azadiyê bibin yek' 2024-02-08 09:46:00     Zelal Tunç   WAN - Dayikên Aştiyê ku banga li dora "Meşa Mezin a Azadiyê" bibin xelek kirin, diyar kirin ku ev meş di heman demê de "meşa aştiyê" ye û gotin ku ew ê têkoşîn bidome.    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 25 sal in berdewam dike û 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat destpêkirin dewam dike û Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan jî li derve dewam dike. Herwiha ji 1'ê Sibatê ve çalakiya "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji Wan û Qersê hatibû destpêkirin, bi eleqeyeke mezin didome.   Yek ji bajarên ku Nobeda Edaletê lê hat destpêkirin jî Wan e. Nobeda ku li Wanê di 1'ê Kanûna 2023'an de bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatibû destpêkirin li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dewam dike. Dayikên Aştiyê yên beşdarî nobedê bûn çalakiya xwe û  "Meşa Mezin a Azadiyê" ya ku hatiye destpêkirin nirxandin.   'Tiştê ku em dixwazin edalet e'   Ji çalakgerên nobedê Aslihan Tîmûr, diyar kir ku kurê wê Botan Tîmûr ê 9 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di beşa "kategorî" de tê girtin têkoşîna xwe didomîne û ew jî li derveyî girtîgehê têkoşîna xwe didomîne. Aslihanê diyar kir ku armanca bingehîn a çalakiyên wan azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got, "Meşa Azadiyê ya ku hatiye destpêkirin gund bi gund, bajar bi bajar bi pêş ve diçe û dewam dike. Tişta ku em dixwazin edalet e. Em mal û milk naxwazin, tenê maf û edaletê dixwazin. Em dixwazin ev tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê rakirin. Wijdanê me dema zarokên me di greva birçîbûnê de ne rûniştina li malê qebûl nake."   'Bila dayik ji bo azadî û aştiyê rabin ser piyan!'   Zeynep Avşîn jî got, “Em dixwazin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê bidawîkirin. Bi vê armancê zêdetirî du meh in em çalakiya xwe didomînin. Em dixwazin Birêz Abdullah Ocalan û hemû Kurd azad bibin. Em azadiyê dixwazin. Hemû dayik divê li ber xwe bidin û em hemû bibin yek ku azad bibin. Em dayikên girtiyane û heta ev tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe em ê li vir rûnên. “Ez hemû girtiyên siyasî silav dikim û careke din dibêjim em azadî û aştiyê dixwazin."   'Em dixwazin dengê Rêberê xwe bibihîzin'   Belkîs Abî, anî ziman ku hevjînê wê Îsa Abî 8 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa S a Îdirê di hucreya yek kesî de ye û wiha got: “Em dixwazin ji serokê xwe agahiyê bigirin. Em naxwazin tu dayik bigirîn. Em tenê mafên xwe dixwazin, dewlet zilmê li me dike. Girtiyên me yên siyasî sûcdar nînin.  Kesên ku dibêjin 'em kurd in' divê bibin yek, destê xwe bidin hev û gelê xwe biparêzin.Divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe û em bi ser kevin."   'Divê gelê kurd li dora vê meşê bibe yek'   Belkisê anî ziman ku bi rojan e "Meşa Mezin a Azadiyê " li gel rewşa xirab ya hewayê bi eleqeyeke mezin dewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Heta ku Birêz Abdullah Ocalan serbest bê erdan dê têkoşîna me bidome. Divê meşa azadiyê roj bi roj mezin bibe û gelê Kurd li dora vê meşê bibe yek û mezintir bike. Ger ku em dengê xwe bilind bikin girtî dikarin serbest bên berdan.ç Em tenê mafên xwe dixwazin. Em aştiyê dixwazin."