Yuksel Genç: Neçareseriya pirsgirêka kurd bandorê li denga hilbijêran dike 2024-02-08 09:02:39     Rozerîn Gultekîn   AMED - Kordînatora Giştî ya Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk Civakî Yuksel Genç, beriya hilbijartinan,  der barê tayînkirina qeyûman ku wê bandoreke çawa li ser tercîha hilbijêran bike de nirxandin kir. Yukselê destnîşan kir ku neçareseriya pirsgirêka Kurd bandorê li dengê hilbijêran dike.   Li bajarên Kurdistanê di 2016-2019’an de 2 deman qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin û îradeya gel hat xespkirin. Ev 8 sal e îradeya gel hatiye xespkirin û şaredarî ne ji aliyê hevşaredarên hatine hilbijartin ve ji aliyê qeyûmên hatine tayînkirin ve tên birêvebirin. Li Kurdistanê gel niha xwe amade dike ku biçe ser sindoqan. Atmosfera hilbijartina ku wê  di 31’ê Adarê de pêk bê Kordînatora Giştî ya Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk û Civakî Yuksel Genç nirxand.   ‘Gel ket atmosfera hilbijartinê’   Yukselê daxuyakirin ku li Kurdistanê li gorî demên berê gel ketiye atmosfera hilbijartinê û  wiha dirêjî daye: “Hilbijartinên 2019’an di alî herêmê de gelek bi motivasyon û kelecan bû. Bi taybet piştî qeyûmên di 2016’an de hatibûn tayînkirin şûnde, hilbijêran bi motîvasyonek xurt îsrara xwe ya di şaredariyan de îlan kiribûn.  Piştî 2015-2016’an şûnde bi xerabûna pêvajoya aştiyê şûnde şikestinên derketin holê bandora wê di hilbijartinên 2019’an de hatibû dîtin. Hilbijartineke herêmî ya ku hinek peyamên der barê desthilatdarî û HDP’ê de dihewandin ,pêk hatibûn. Niha hesta  gelê herêmê wek sala 2019’an ‘em qeyûman naxwazin, em red dikin, em rêveberên xwe dixwazin xwedî lê derdikevin’ tenê bi bandor nîne. Motîvasyona niha ‘Hûn çi dikin bikin ez tercîha xwe naguherim’ serdeste û xwe wisa amade dikin.”   ‘Du partî li herêmê bi bandor in’   Yukselê der barê xebatên hilbijartinê de yên pêk anîne de wiha vegot: “We di 2019’an de deng da kîjan partiyê? Di hilbijartina 2023’an ya dawî de we deng da kê? Îro hilbijartinek herêmî pêk bê hûn dê dengê xwe bidin kê? Hilbijartina giştî hebe hûn deng didin kê? Sedema dengdayîna we çi ye? Ger hûn bê biryar bin sedema vê çi ye? Heta niha we deng da partiya A an jî B? Em van pirsan dipirsin. Li herêmê hîna du partî Dem Partî û AKP bi bandorin. Di hiblijartinên 2019’an de çi dibe bila bibe hewcedarî hebû ku bersiv ji bo dewletê bê dayîn. Niha em dibînin ku ligel bersivdayîna ji bo qeyûman, xizmet û kesên ku dixwazin wan temsîl bikin lê zêde bûye.”   'Neçareserî riya hilbijêr bi bandor dike'   Yukselê di berdewamiyê de diyar kir ku li neçareseriya pirgirêka Kurd, atmosfera siyasî ya li Kurdistanê zêde bûye û wiha dirêjî daye: “Herêm xwedî tabaneke rêxistinkirî, polîtîk ya ku daxwaza nasnameya xwe dike ye. Neçareseriya pirsgirêkê bandor li jiyana siyasî û jiyana civakî dike. Bi kurtasî atmosfera siyasî ya li herêmê analîza pêvajoya  sindoqan jî pêkan dike. DEM Partî û kevneşopiya siyasî ya jê tê her tim bi zextan re hatiye rû hev. Lê hilbijêr her tim li dijî zextan ligel partiya xwe cih girtin.  Hilbijêrên DEM Partiyê ji partiya xwe di bendewariya gotinên şênber û hilberînadina polîtîkayên xurt de ne.  Hilbijêr êdî nabêjin ‘Di her rewşê de partiya min e, ez denga xwe didimê’.  Heman demê de dibêjin ‘bila kesên ku min temsîl dikin derxin, bila daxwazên me bibînin, bila polîtîkayên der barê hewcedariyên me de aşkera bikin.”   Daxwaza jinan   Yukselê destnîşan kir ku jin di hilbijartinên herêmî de têkiliya partiyan a bi herêmê re hatiye avakirin li ber çavan digirin û dengên xwe bi kar tînin û got: “Jin di jiyana rojane de hîna newekheviya zayendî ya civakî bi awayekî giran hîs dikin. Jin ji bo xwe û îstîhdama xwe ij herêman qurs û pergala perwerdê dipên. Dixwazin ji xizmetên lênerînê fêdeyê bigirin. Xebatên hişmendiyan girîng dibînin. Hewce bi perwerdehiyên hişmendiya zayenda civakî dibînin. Jin li hemû qadan şertên wekhev û rehet, bi ewle dixwazin.”   Çi bandorê li hilbijêran dike?   Yukselê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sedemên dayîna dengan ên ji bo DEM Partî û AKP’ê cudane. Hilbijêrên DEM Partiyê hinceta dengdayîna xwe ewil bi mijara Kurd re girê didin. ya duyemîn jî DEM Partî li gorî partiyên siyasî yên din hîn demokratiktir û piraniyan temsîl dike. AKP jî ji berê de bi mijara ol  dengan digire. Partiya biserkeve ku bibe navnîşana hilbijêran wê xurt derkeve.”