‘Em neçar in bibin dengê girtiyan’ 2024-02-07 09:07:47     Nazlican Nujin Yildiz   ÎZMÎR - Endama MYK a SGDF’ê Sînem Çelebî da zanîn ku ji bo piştgiriya girtiyên ketine greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirine û got divê hemû sosyalîst û şoreşger deng bidin grevên birçîbûnê.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê 35 meh in agahî jê nayê girtin ku li girtîgehan hatiye destpêkirin, didome. Bi heman daxwazên malbatên girtiyan jî li derve Nobeta Edaletê didomînin.   Partiya Sosyalîst a Bindetan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca piştevaniya girtiyan li gelek bajaran dest bi grevên birçîbûn û Nobetên Edaletê kirin. Endama MYK a SGDF’ê Sînem Çelebî der barê pêvajoyê de axivî û got ji ber berpirsyariya şoreşgerî dest bi grevê kirine û got gelek girtiyên siyasî sewqê girtîgehên Tîpa S, R û Y hatine kirin.    Sînemê bi lêv kir ku ji bo zext û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe girtî ketine grevê û wiha dirêjî dayê: “Ev berpirsyariya me ya şoreşgerî bû. Bi armanca piştgiriyê me dest bi van çalakiyan kirin. Em îro neçar in bibin dengê girtiyan. Li dijî girtiyan êrîşek mezin heye. Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Tehliyeya girtiyan tê astengkirin. Hevdîtin tên astengkirin. Gelek kesê bi girtiyan re dikevin piştevaniyê tên binçavkirin û êrîş tên kirin. Di rojên borî de li Îzmîrê 33 kes bi operasyonan hatin binçavkirin û 4 kes hatin girtin.   ‘Girtî di girtîgehên de tên tecrîdkirin’   Sînemê da zanîn girtî tên tecrîdkirin û ev tişt anî ziman: “Gelek pirsgirêkên ku girtî dijîn hene. Li her derê kamera bi cih kirine û ev tecrîdê hîn girantir dike. Niha jî li girtîgehên Tîpên S, Y û R girtiyan di girtîgehên wek çalê de tecrîd dikin. Di van girtîgehên wek çalê de esman jî nayên dîtin. Niha girtiyan sewqî van girtîgehan dikin."   ‘Tecrîda herî giran li Îmraliyê ye’   Sînemê bal kişand ser tecrîdê û got ya herî giran li girtîgeha Îmraliyê tê meşandin û wiha dirêjî dayê: “Girtîgeha Îmraliyê ya Abdullah Ocalan lê girtiye di esasê de cihê îşkenceyê ye. Saziyên navneteweyî ev kiribû. Tevî vê di tecrîda Îmraliyê de israr dikin. Tecrîd di serî de li Îmraliyê li hemû girtîgehan li ser girtiyan bi awayekî giran tê meşandin. Girtî li dijî sûcê mirovahiyê di grevan de ne. Em wek SGDF jî li dijî tecrîd û polîtîkayên îşkenceyê ku sûcê mirovahiyê tê nirxandin di greva birçîbûnê de ne.”   Bijî berxwedana zindanan!   Sînemê banga têkoşîna hevpar kir û wiha dawî li gotina xwe anî: “Têkoşîna li dijî tecrîdê divê tevê ji sosyalîst û şoreşgeran re neyê hiştin. Divê her kes vê bike rojeva xwe. Ji ber faşîzm bandora xwe li ser me hemûyan dike. Wê roj bê faşîzm me hemûyan bigire. Yên îro bêdeng in jî wê bên girtin. Divê em bibin dengê grevên birçîbûnê. Ev têkoşîna li dijî şovenîzmê ye. Em bang li hemû sosyalîst, şoreşger, rêxistinan û gel dikin ku têbikoşin. Bijî berxwedana zindanan!”