'Armanca me qezençkirina 14 şaredarî ne' 2024-02-07 09:02:25     Zelal Tunç   WAN - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, bal kişand ser modela rêveberiya herêmî û pergala hevserokatiyê û got: "Em bi nêrîn û hişmendiya jinê nêzî rêveberiya herêmî dibin. Em ê bi jin û ciwanan bajarê xwe bi rêve bibin û em ê 14 şaredariyên xwe bi dest bixin."   Bi nêzbûna hilbijartinên herêmî ya 31'ê Adarê re demek kurt ma. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarok, navçe û bajaran lêz da xebatên xwe. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê, kolan bi kolan tax bi tax digerin û pisgirêkên gel guhdar dikin û projeyên xwe ji welatiyan re dibêjin. Li Wanê 14 namzetên jin ên hevşaredariyê zend û bedên xwe girêdan û xebatên hilbijartinê didomînin.   Namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji ajansa me re axivî.   Domandina kevneşopiya siyasî   Neslîhan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kevneşopiya siyasî a DEM Partiyê û got: "Kevneşopiya siyasî, azmûn û zanîna ku partiya me bi dehan salan bi dest xistiye; civak bi feraseta xwe demokratîkbûyîn û bi perspektîfa jinê têgihîştina xeyala civakê heye. Dema ku DEM Partî bi vê îdiaya xwe derdikeve pêş, di rastiyê de hemû dînamîkên civakê dihewîne. Îro dema ku li ser siyaseta herêmî û rêveberiyên herêmî nîqaş tên kirin, lihevhatina bajarî ji cihekî ku hewl dide bi gelek awayan pêk bîne, ji bo civakikirina xeta rêya sêyemîn tê nêzîkkirin. Bi awayekî xwezayî em bi gel re hatin cem hev ji bo çareserkirina pirsgirêkan."    Bandora pêşhilbijartinan   Neslîhan, diyar kir ku bi pêşniyarên gel têkoşîna xwe mezin dikin û wiha bi lêv kir: "Di rastiyê de weke modeleke ku di çarçoveya van pêşniyaran de di pêşhilbijartinê de hatiye pêşkeşkirin û îro hatiye pêkanîn. Pêwîst e demokrasî weke modela radîkalbûnê were pênasekirin. Belê, di serdemên berê de, pêşhilbijartinên bi beşdariya hejmareke kêm ji delegeyan dihatin kirin, lê yekem car pêşhilbijartinên ku bi beşdariya wisa mezin hatin lidarxistin, eşkere kirin ku çawa dikarin demokrasiya radîkal pêk bînin. Bi awayekî xwezayî em dibînin ku îro bi bandora van pêşhilbijartinan piştgiriyeke pir xurt derketiye holê. Ji ber ku em pêvajoya pêşhilbijartina weke rêbazeke demokrasiyê dinirxînin."   'Civak qeyûman qebûl nake'   Neslîhan di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên hilbijartina herêmî: "Divê bê gotin ku armanca birêvebirina bajar bi kesên ku nûnertiya me dikin ve bê birêvebirin. Di rastiyê de em naxwazin bajar ji aliyê qeyûman ve bên birêvebirin. Gel bi xwe jî di pêvajoya pêşhilbijartinê de diyar kir ku qeyûm nûnertiya wan nake, rastiya qeyûman a civakî tune ye û civak ji xwe qeyûman qebûl nake. Qeyûm weke derbeyek li vîna gelê herêmê hatiye tayînkirin. Çavkaniyên gel pêşkeşî alîgirên qeyûman hatin kirin."   Pêşxistina paradîgmayê   Namzet Neslîhan, wiha behsa modela partiya xwe kir: "Siyaseta herêmî, rêveberiya di cih de û nîqaşên li ser rêveberiya xweser di nava vê modelê de ye. Em dizanin ku îro bi kevneşopiya siyasî ya DEM Partiyê siyaseta herêmî bi hêz dibe. Paradîgmaya me, bingeha bîrdoziyê, paradîgmaya azadiya jinê û paradîgmaya ekolojiyê bi hêz e û divê ev jî baş bê dîtin. Hişmendiya netew-dewlet îro cih nade jin, ciwanan, kesimên dezavantaj û ekolojistan. Li ser vê esasî divê jin bibe kirdeya polîtîk a civakê, divê mirov rê û rêbazên wê yekê pêş bixe. Ji ber ku îro cihê ku jin di tê de nebe ev yek ne demokratîk e. DEM Partî îro hewl dide ku modela tevgera jinan pêş xistiye bixe meriyetê."   Pênasekirina hevjiyana azad   Neslîhan, pergala hevserokatiyê jî wiha nirxand: "Bi modela hevjiyana azad dixwazin bajaran bikin bajarê jin û ciwanan, hewldaneke wisa ya DEM Partiyê heye. Bi modela hevserokatiyê dixwazin bajarên xwe bi rêvebibin, ji ber vê jî divê pênaseya hevjiyana azad bê kirin. Ji ber ku pergala hevserokatiyê xwe ji bingeha hevjiyana azad xurt dike û dibe civakî. Pergala hevserokatiyê bi eslê xwe bi hevkariya eqlê jin û mêr, vîneke hevpar û bi hemû dînamîkên civakî re rêbaza rêveberiya bi hev re ye. Heserokatî tenê nayê wateya ku rêvebertiya du kesan. Ev tişt tê wateya rêxistinkirina hebû beşên civakê. Divê her kes di nava civaka xwe de bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe bi netewa xwe divê bê temsîlkirin û bi nirxên xwe re bijî û ev modela me ye. Di nava modela me de cudakarî nîne, nasnameyeke serdest nîne. Kesek li vir nayê biyanîkirin. Her kes bi hev re di nava vê modelê de bi hev re bijîn. Ev tişt rêya 3'yemîn e."   Talankirin û xespkirin   Neslîhan da zanîn ku nêzikatiya partiyên siyasî ya li hemberî jin û ciwanan divê mirov baş bigire dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ku derê jin hebe li vir îktîdar nîne. Heke ciwan hebin li vir îktîdar pêk nayê. Dema îro em polîtîkayên îktîdarê ya li hemberî jin û ciwanan hatî pêşxistin dinêrin em dibînin ku ji jiyanê qutbûyî û bêpolîtîka hiştin heye. Demên borî me di rêveberiyên xwe yên herêmî de bi projeyên xwe nîşan da ku çawa jin û ciwan tê temsîlkirin. Ji ber vê sedemê em îro dibînin ku qeyûm bajarê me xesp dike û talan dike. Bi destê qeyûman her kes ji xwe re mekanîzmayên kedxwariyê pêşdixe."   'Em ê şaredariyên xwe qezenç bikin'   Neslîhan, destnîşan kir ku dê dînamîkên civakê û di serî de jin û ciwanan tevlî xebatan bikin û bi vî şeklî dê xebatên xwe bidomînin û wiha axivî: "Ji navçe û taxan bigirin dê qadên jiyanê ji bo jinan vekin. Malên çand û hunerê ji bo jinan vekirin. Ji bo ciwanan navendên çand û hunerê vekin. Li dijî qeyûmên ku hemû qadên jiyanê ji jin û ciwanan re hatiye girtin têbikoşin. Qeyûm li hemberî wan proje û xebatên ku demên borî hatî kirin polîtîkayên tunekirinê da meşandin. Em ê di hilbijartina ku di 31'ê Adarê de pêk bê de em ê şaredariyên xwe carek din bistînin. Li dijî zihniyeta xespkirinê ya qeyûman bi nêzikatî û hişmendiya jinê bi modela jiyaneke demokratîk şaredariyên xwe bistînin. Em ê di 31'ê Adarê de li Wanê 14 şaredariyên xwe carek din qezenç bikin."