Li Egeyê kesên di erhejê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn 2024-02-06 20:32:40   ÎZMÎR - Li gelek bajarên Egeyên kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Di daxuyaniyan hatin diyar kirin ku hewcedariyên welatiyên herêma erdhejê hîna nehatine çareserkirin.   Li gelek bajarên Egeyê bi wesîleya yekemîn salvegera erheja 6’ê Sibata 2023’an de pêk hat daxuyanî hatin dayîn.    Îzmîr   Platforma Jinan a Îzmîrê li ber Navenda Çanda Turkan Saylan hatin gel hev. Daxuyanî ji aliyê Denîz Uslu ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku tevî ku salek derbas bûye hîna gel negihiştiye jiyaneke baş û got bi hezaran welatiyên k ji erdhejê xilas bûne lê piştre agahî jê nehatine girtin hene.   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji bo bajarên biewle û jiyanek bi ewle ya jinan wê têkşoînê bimeşînin û bang li hemû rêveberiyên navend û hreêmî kirin ku jiyanek bi ewle bê afirandin.   Piştî daxuyaniyê Eniya Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê jî li ber Navenda Çanda Turkan Saylan hatin gel hev. Platfrmê daxuyaniyek da. Berdevkê TMMOB ÎKK Aykut Ademîr daxuyanî xwend. Di daxuyaniya hat dayîn de da zanîn ku tevî ku salek di ser karasetê de derbas bûye birînên gel nehatine kewandin û got desthilatdarî beramberê alîkariyê dengan dixwazin.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.   Denîzlî   Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Denîzliyê welatî hatin gel hev û li Parkan Candogan kesên di erhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Daxuyanî ji aliyê  berdevkê demî yê KESK’ê Huseyîn Ozdemîr ve hat xwendin.   Manîsa   Bi banga Platforma Ked û Demokrasiyê ya Manîsayê li Qada Manoya daxuyaniyek bibîranînê pêk hat. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên ‘wê AKP hesab bide’, ‘Ev ne erdhej komkujiye’ hat berzkirin.    Mugla   Bi banga Kordînasyona Karasetê ya Muglayê li Qada Sinirsizlik daxuyanî hat dayîn.  Li qadê find hatin pêxistin û dirûşmeyên ‘ev ne erdheje komkujiye, AKP wê hesab bide gel’ berzkirin.    Aydin   Li Qada Bajar a Aydinê bi armanca bîranîna erhejê bi banga Platforma Ked û Demokrasiyê daxuyanî hat dayîn.