Li Amedê bîranîna erdhejê: Em ê birînên xwe bikewînin 2024-02-06 18:56:07   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê  kesên di erheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabûnbibîr anî û banga têkoşînê kirin.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê kesên di erdheja 6’ê Sibata 2023’an de jiyana xwe ji dest dabûn bi daxuyaniyekê bibîr anîn. Daxuyanî li Parka Roboskê ya Peyasê hat dayîn. Komeleya Jinan a Rosa, KESK, OHD û gelek welatî tevli bûn.   Hevseroka Hejmar Yek a KESK  a Amedê Salîha Zorlu beriya daxuyaniyê axivî  diyar kir ku tora piştevaniyê vakirin eû hem gîhandine Amedê hem jî herêmên din yên erdhejê. Salîhayê daxuyakirin ku ji bo gel êşan nekişişînin vê têkoşînê wê bidomînin û got wê birînên xwe bixwe derman bikin.   Piştî axaftinên ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştî vê berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê  Bawer Babur daxuyanî xwend.   Bawer balkişand ser pêvajoya piştî erhejê û got ji bo gel tu tiştek nehatiye kirin û kavil jî nehatine rakirin. Bawer balkişand ser pirsgisrêkên nehatine çaerserkirin û daxuyand wê birînan bi hev re bikewînin û banga mezinkirin têkoşînê û piştevaniyê kir.