Li navenda erdhejê serdanên goristanê 2024-02-06 15:02:36     MEREŞ -  Li Mereşê ku yek ji navendên herî girîng ên erdhejê ye, ji saetên serê sibê ve serdana Goristana Kapiçam a ku yek ji goristanên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn lê hatine definkirin hat kirin   Di yekemîn salvegera erdheja ku di 6'ê Sibata 2023'an da li navenda Mereşê pêk hat û bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest da kesên jiyana xwe ji dest dan tên bîranîn. Di salvegera erdhejê de ji saetên serê sibê ve serdana Goristana Kapiçam a ku yek ji goristana Mereşê ye û herî zêde kes lê hatine definkirin hat kirin.     Bi qurnefîlan çûn ser gorên xizamên xwe   Wek di dema erdhejê de, di salvegera erdhejê de jî gel bi serdana gorên kesên jiyana xwe ji dest dane, bi taybet a goristanên bêkesan, serdana xwe dest pê kir. Welatiyên li goristanan qurnefîlên di destên xwe de, bi saetan li ber gorên xizmên xwe rûdinin, ji aliyekê ve bi hêrs in, li aliyê din jî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua dikin.   Gorên xizmên xwe bi hejmaran nas dikin   Di goristanê de gorên zêdetirî 5 hezar kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û nêzî 150 kesên nasnameya wan nediyar jî li goristanê hene, ji ber ku gelek gor hene ziyaretvan bi şopandina hejmaran hewl didin gorên xizmên xwe bibînin.   Şova Erdogan a goristanê   Di bin siya hemû êş û azaran de goristan veguherandin qada şovenê. Tevahiya goristanê beriya ziyareta Serokomar Tayyîp Erdogan bi alayên Tirkiyeyê hat xemilandin, Tayyîp Erdogan li gel ewlekariyeke mezin û konvoyeke ku gelek wesayît tê de bûn ket goristanê.