Meşvana azadiyê Newroz Uysal: Em ji gelê xwe hêzê digirin 2024-02-06 10:32:06     Rabîa Onver   MÛŞ - Meşvana "Meşa Mezin a Azadiyê", parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal di Baskê Qersê de cih digire wiha bal kişand ser meşê: “Em ji bo bi destxistina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin. Em wek meşvanên azadiyê jî dengê bi milyonan kesî radigihînin û em ê berxwedana xwe bidomînin."    “Meşa Mezin a Azadiyê” a ku Wan û Qersê wek du baskan ve di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewan dike. Baskê Qersê "Meşa Mezin a Azadiyê" bi dirûşma "Berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana zindanan", "Ji tecrîdê re na aştî hema niha" li gund, bajarok, navçe û bajaran bi coşek mezin tên pêşwazîkirin.    Ji meşvanan parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal ji ajansa me re axivî.    '25 sal in tecrîdek heye'   Newroz, diyar kir ku dê 15 rojan meş bidome û got: "Meş ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêk tê. 25 sal in tecrîdek heye û 3 sal zêdetir e jî agahî nayê girtin. Her wiha 70 roj jortire jî li girtîgehan grevên birçîbûnê heye. Li çar aliyên cîhanê kampanyayên azadiyê didome. Herî zêde azadî me ango Gelê Kurd eleqeder dike."   'Ber bi Amarayê ve biçin'   Newroz, daxuyand ku li bakurê Kurdistanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan gelek bername tên lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev 'Meşa Mezin a Azadiyê' ji bo azadiya Birêz Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin û bi vî rengî gelan tîne cem hev û daxwazan bêtir dîtbarî dike. Ev tişt ji bo me gelekî girîng e. Em wek Baskê Qersê û Baskê Wenê dê li Amedê bighijin hevdû, meşa xwe li Amarayê bi dawî bikin."    'Gel daxwaza azadiya Birêz Ocalan dike'   Parlamenter Newroz, da zanîn ku her roj diçin serdana 3 cihan û wiha bi lêv kir: "Cihê ku em diçin lê dimînin serdana esnafan, malbatan dikin û li taxan civînên gel li dar dixin. Li gund û  bajarokan em serdana qehwexaneyan dikin û daxwazên xwe tînin ziman. Lê em dibînin ku welatî ji edalet û wekheviyê bêtir azadiya Birêz Ocalan daxwaz dikin."    'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Newroz, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di serdanên me de gotinên Birêz Ocalan her tên ziman. Serdanên me yên malbatan,. meşa me ya li navendan hêzek mezin dide me. Em bi gel re gel bi me re dimeşe. Her wiha bandora nivîsên Birêz Ocalan a di serdan û civînan de tên xwendin bi bandor e. Ev moraleke mezin dide me. Her cihên ku em diçin bi coşek mezin em tên pêşwazîkirin. Heta azadiya Birêz Ocalan pêk bê em ê bibin dengê milyonan û em ê têkoşîna xwe bidomînin."