Li Kopê Meşa Mezin a Azadiyê: Bijî berxwedana Îmraliyê 2024-02-05 13:06:23   MÛŞ - Meşvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” li navçeya Kopê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin. Meşvanan bertek nîşanî komploya navnetewî dan.    Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, di 1’ê sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin û meş di roja 5’an de berdewam dike. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin îro di danê sibehê de li navçeya Milazgîr a Mûşê bi gel re hatin bahev. Meşvanan, pişt re ber bi navçeya Kopê ve ku 3 kîlometreyan dûr e meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmraliyê” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bila bimire 15’ê Sibatê” hatin berzkirin.    Di daxuyaniya li navenda navçeyê hate kirin de Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Birêz Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke mezin de ye. 3 sal in jî di bin tecrîdeke giran de ye. Ev tecrîd li hemû qadên me yên jiyanê berdewam dike. Em vê tecrîdê qet qebûl nakin. Heta ku tecrîd were rakirin em ê têbikoşin. Em dizanin ku heta tecrîd neyê rakirin tu pirsgirêkên li welat çareser nabin. Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Heta ku ev tecrîd bidome dê tu kes li vî welatî bi awayekî azad nikare bijî.”   Piştî axaftinan girse derbazî avahiya DEM Partiyê bû. Li vir ji parastinên Ocalan û nîşeyên hevdîtinê hin beş hatin xwendin. Welatiyan demekî dirêj dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.