Meşa Azadiyê li Qilabanê ye: Li dijî tecrîdê mil bidin milê hev 2024-02-05 10:40:30   ŞIRNEX - Baskê Wanê ya "Meşa Mezin a Azadiyê" li Qilabanê daxuyanî da. di daxuyaniyê de Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin axivî û got: "Em bang li kesên ku demokrasî, azadî û wekheviyê daxwaz dikin, Bên em bi hev re çareseriyê pêk bînin."    "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 5'an de berdewam dike. Baskê Wanê duh li Qilabanê ma. Meşvanên "Meşa Mezin a Azadiyê" serê sibê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Qilabana Şirnexê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Ji tecrîdê re na, aştî hema niha" hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin axivî.   Oznûr, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û got: "Li dijî tecrîdê çalakî tên lidarxistin û serlêdan tên kirin. Em wek welatparêz daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan dikin. Em dixwazin pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Di 1'ê Sibatê de ji Wan û Qersê meş hat destpêkirin. Em gund bi gund û tax bi tax digerin. Di serdanan de gel daxwaza azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dike. Li girtîgehan niha grevên birçîbûnê heye û çalakiya Nobeda Edaletê heye. Em bang li her kesî ya ku azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwazin dikin ku bila piştevaniya meşa me bikin. Em bi biryarin dê serkeftin bibe ya me."    Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ya Qilabanê Ferîde Ender û Alî Urek, "Meşa mezin a azadiyê" silav kirin û banga piştevaniya meşê li gel kirin. Hevserokê DEM Partiyê ya Qilabanê Abdullah Gun jî axivî û da zanîn ku divê pirsirêka kurd bê çareserkirin û tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û ji bo vê yekê dimeşin.    Daxuyanî bi dirûşma “Li dijî tecrîdê mil bidin milê hev” bi dawî bû.    Piştre jî meşvan bi esnafan re civiyan. Meşvan dê piştre jî derbasî bajarokê Gundikê Melê yê girêdayî navenda Şirnexê be.