Têkoşîna xwe ya 40 salî bi Nobeta Edaletê didomîne 2024-02-05 09:03:39   Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Hanîfe Gumuş a di Nobeta Edaletê de di salên 1990’î de koçî Îzmîrê kiriye û ev 40 sale têkoşîna azadî û edaletê dide. Hanîfeyê diyar kir ku heta ku daxwazên wan neyên qebûlkirin wê têkoşînê bidomînin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sale li Îmraliyê giriye, 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dest bi grevê kirin û bi heman daxwazê jî xizmên girtiyan li derve dest bi Nobetên Edaletê kirin.   Yek ji berxwedêrên Nobeta Edaletê ya Îzmîrê  Hanîfe Gumuş e. Hanîfe Gumuş ji salên 90’î de ye li dijî zext û zilmê têkoşîna ‘edalet’, ‘aştî’ û ‘azadiyê’ dide.   Hanîfe û malbata xwe 27 sal berê ji Nisêbîn a Mêrdînê koçî Îzmîrê dikin. Kurê wê Mehmet Nezîr Gumuş di 1992’yan de ji ber zextan tevli PKK’ê dibe, di 1999’an de tê girtin û 36 sal ceza lê tê birîn. Hevjînê Hanîfeyê di 1994’an de ji aliyê Hîzbullahê ve tê qetilkirin. Hanîfe diyar dike ku dema tên Îzmîrê li ser erdên findiq û pembo dixebitîn, di fabrîqeyan de xebitîne. Kurê wê Nezîr li gelek girtîgehan dimîne. Hanîfe niha ji bo kurê xwe û girtiyên din yên li dijî zext û tecrîdê têbikoşin di Nobeta Edaletê de dengê wan dide bihistin.   Kurê wê di Tîpa S de ye   Hanîfe da zanîn ku kurê wê li girtîgeha Mêrdîn, Otlu, Şakran, Kiriklar, Bandirmayê ma û  wiha got: “Di 19’ê Çile de surgunê girtîgeha Tîpa S ya Burdurê kirin. Niha di hucra yek kesî die dimîne. Tenê cil û betaniyan didinê. Niha hîna alavên wî nedanê. Em li girtîgehê digerin bersiv nadin. Gelo mirovek dikare tenê bimîne. Şevekê krîz derbas kir, serê wî êşiya. Ev bêdadiyek mezine. Zarokên me dikin hucreyan. Em ê ji bo zarokên xwe her tiştî bikin.”   Ji bo malbatên girtiyan bang   Hanîfeyê daxuyakirin ku ev rewş işkenceye û got niyeta dewletê eve ku girtiyan qetilbike û wiha vegot: “Divê bo girtiyên nexweş demildest gav bê avêtin. Bila girtî bên berdan. Em dayik ji bo zarokên xwe di nobetê de ne. Bila dayikên girtiyan piştgiriyê bidin me. Bila xwedî li zarokên xwe û serokatiya xwe derkevin. Em zarokên xwe ji vê zilmê xilas bikin.   ‘Meşa azadiyê silav dikim’   Hanîfe der barê meşa azadiyê ya li Qers û Wanê destpê kiriye axivî û got ew meşvanan silav dike û wiha dawî lê anî: “Bila riya wan vekiribe. Em piştgiriyê didin wan. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em wan pîroz dikin. Serkeftinê dixwazim.  Bila tecrîd êdî bişkê. Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo dayikan, ji bo girtiyan û ji meşvanên azadiyê serkeftinê dixwazim.”