Meşa Azadiyê li Panosê ye: Divê muzakere bên destpêkirin 2024-02-04 13:23:46         AGIRÎ - Li navçeya Panosê Baskê Qersê yê "Meşa Mezin a Azadiyê" bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hat pêşwazîkirin û hat destnîşankirin ku divê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re muzakere bên destpêkirin.   "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 4'an de dewam dike. Meşvanên Baskê Qersê piştî meşa li Agirî bi konvoyeke qelebalix derbasî navçeya Panosê bûn. Meş li navenda navçeya Panosê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin pêşwazîkirin û piştre dest bi govenda azadiyê hat kirin. Piştî govendê ji navenda navçeyê heta qada ku buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê lê ye meşek hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  ya Agiriyê Nejla Demîr li ber buroya hilbijartinê axivî.   'Divê muzakere dest pê bikin'   Nejla bi bîr xist ku 3 sal in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got, “Divê şert û mercên fîzîkî yên Birêz Ocalan bên başkirin, ji bo pirsgirêka statuyê ya Kurdan rêya diyaloga demokratîk bê vekirin. Em teqez dixwazin ku muzakere dest pê bikin. Meşa me li ser vî esasî dest pê kir û dê li ser vî esasî berdewam bike. Ji ber vê sedemê zêdeyî 70 roj in li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan hatine destpêkirin, bi berxwedaneke mezin dewam dikin. Her wiha nobeda dayikan didome. Nêzîkatî, rêbaz û pêkanînên vê dewletê yên li hemberî Kurdan 100 sal in em dizanin. Em hatin qetilkirin, sirgûnkirin, avêtin zindanan û ji aliyê kiryarên diyar ve ku dibêjin ne diyar in hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê me her êş dît. Divê êdî hikûmet vê yekê fêm bike. Gelê Kurd gelê berxwedêr ê . Çawa ku pratîka bi sedan salan a dewletê diyar dibe, berxwedana me ya sed salî jî diyar dibe. "Zextan tu carî bi me gav paşve neda avêtin, berovajî vê yekê her roj em bi hêztir bûn."   Piştî daxuyaniyê meşvan derbasî buroya hilbijartinê bûn û li vir sirûd hatin xwendin. Piştre jî parçeyên ji nivîsên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Panosê bername bi sloganan bi dawî kir.