Meşa Azadiyê li Elkê ye: Navnîşan Birêz Ocalan e 2024-02-04 13:12:01   ŞIRNEX - Li navçeya Elkê Baskê Wanê ya “Meşa Mezin a Azadiyê” bi dirûşman hat pêşwazîkirin, di axaftinan de hat gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muxatab Birêz Ocalan e.   "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 4'an de berdewam dike. Îro rawestgeha yekemîn a Baskê Wanê  navçeya Elkê a Şirnexê bû. Girseya ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindır, parlamenterên Partiya Wekhevi û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û saziyên sivîl pêk dihat, li ser rêya Elkê rawestiyan û î govend gerandin. Piştre girse bi dirûşma “Bijî berxedana zindanan” meşiya û ber bi Elkê ve bi rê ket.   Girseya ku li ketina Elkê bi coşeke mezin a welatiyan hat pêşwazîkirin, tevî welatiyan ber bi avahiya  DEM Partiyê ve meşiya. Di meşê de  dirûşmên "Bijî berxedana zindanan", "Bijî azadî, bimre koletî" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   'Birêz Ocalan muxatab e'   Meşa azadiyê li ber avahiya partiyê bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin. Meşvanan yek bi yek welatî silav kirin û li ber partiyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de Parlamentera  DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan axivî û diyar kir ku wan bi daxwaza “Ji Birêz Ocalan re azadî û ji bo çareseriya pirsigrêka Kurd a demokratîk” dest bi meşê kirine. Dîlanê diyar kir ku bajar bi bajar, navçe bi navçe û gund bi gund bi gel re hevdîtin pêk anîne û anî ziman ku ew ê di 15'ê Sibatê de li gundê Amara yê Rihayê meşa xwe bi dawî bibin. Dîlanê wiha berdewam kir, "Armanca sereke ya vê meşê misogerkirina azadiya Birêz Ocalan e. Bi vê daxwazê ??em li dijî polîtîkaya asîmîlasyonê ya ku bi salan e li ser gelê Kurd tê meşandin, radiwestin. Dîsa divê birêz Ocalan weke muxatabê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk careke din cihê xwe li ser maseya muzakereyê bigire. Bi vê coş û yekîtiyê ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim."   'Divê em xwedî li çalakiyan derkevin'   Ji welatiyên beşdarî meşa azadiyê bûn Cengîz Yerlîkaya jî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan di 3 salên dawî de girantir bûye. Cengîz diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û destnîşan kir ku gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Cengîz ji gelê Kurd xwest ku piştgiriyê bidin meşê û got, “Divê gel tevlî van çalakiyan bibe û nirxên xwe biparêze. Girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Weke xizmên wan divê em bêdeng nemînin û xwedî li wan derkevin."   'Em ê 4 rojan li gel meşvanên azadiyê bin'   Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Şirnexê Abdullah Gungen jî meşvanên azadiyê silav kir û diyar kir ku tecrîd îzolasyon e. Abdullah diyar kir ku tecrîd binpêkirina mafan e û got, “Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe, şerê li Rojhilata Navîn bi dawî nabe. Ji ber vê yekê divê her kesê parêzvanê mafan li dijî vê tecrîdê raweste. Em weke rêxistina Botanê dê 4 rojan li gel rêwiyên azadiyê bin."   Piştî axaftinan heyet û welatî bi hev re li avahiya Navçeyê ya DEM Partiyê  rawestiyan.   Piştî axaftina li avahiya navçeyê bi gel re hat kirin, meşvan wê biçin navçeya Roboskî ya Qilebanê û gorên 34 welatiyên di 28'ê Kanûna 2011'an de hatin qetilkirin ziyaret bikin.