Bazkê Meşa Azadiyê yê Wanê li ser rêya Elkê ye 2024-02-04 11:52:03     COLEMÊRG - Baskê "Meşa Azadiyê ya Mezin" bi çepik û tilîliyan ber bi navçeya Elkê ve hat rêkirin.   Kesên beşdarî "Meşa Mezin a Azadiyê" ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dest pê kir, ji navenda Colemêrgê hatin rêkirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Hevgirtinê Emîne Kaya, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) û nûnerên saziyên sivîl, Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr bi çepik û tilîliyan meşvan rêkirin.   Kesên beşdarî meşa azadiyê bûn li gundê Aşutê yê navçeya Çelê ji aliyê welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Heyeta ku tevî barîna berfê ji aliyê welatiyan ve bi çepikan hat pêşwazîkirin, bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" heta derketina gund hat rêkirin.   Heyet li herêma Siwarêkûtra ya li ser sînorê Şirnex û Colemêrgê ye, bi pêxistina meşaleyan û berzkirina dirûşman meşiya. Heyet piştî govend û dîlanê ber bi Elkê ve bi rê ket.