Piştî erdhejê salek e di kon de dijîn 2024-02-04 09:04:25     Oznur Deger   MELETÎ - Kiymet Cengîz ku ji erheja 6’ê sibatê de ye bi zarok û hevjînê xwe re di kon de dijîn nikare bikeve mala xwe ya ku ‘xesarek kêm’ dîtiye. Kiymetê ji bo konteynirê serî li AFAD’ê da û tevî rapora astengdariyê ev daxwaz hat redkirin.   Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş erdej pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Di ser erdhejê de salek derbas bû lê hîna şopa erdhejê li gelek bajaran heye. Yek ji van bajarên ku herî zêde zirar dît Meletî bû. Ligel windahiyên cidî û hilweşînan, xebatên kavilan hîna didome.   Saleke di kon de dijî   Bi dehzaran kesên ku xaniyên wan hilweşiyan an jî xesarek giran dîtin li konteyniran bicih bûn û hinek jî li malên xwe yên kêm xesar neçar man bijîn. Li gundê Pirpirim ê navçeya Çirmik a Meletiyê jina bi navê Kiymet Cengîz (44) piştî erdhejê di konê li ber mala wê ya xesar dîtiye bi hevjîn û zarokê xwe yê 10 salî re dijî.   ‘Em mirin carek din rabûn’   Kiymetê daxuyakirin ku  ji çavên xwe pirsgirêkan dijî tevî rapora wê ya astengdariyê heye, ev saleke bê konteynir in û got: “Me serî li AFAD’ê da lê hemû serlêdanên me hatin redkirin. Ez nikarim bikevim mala xwe ya ku kêm xesar dîtiye. Yekane daxwaza min konteynir e. Ji erdhejê de em di vî konî de ne. Em ji tirsan nikarin bikevin mala xwe. Me gelek xizmên xwe winda kir. Birayê min, jinbira min û du zarokên wan me winda kir. Roja erdhejê em şiyar bûm. Em tenê diqîriyan. Me li Semsûrê xizmên xwe winda kirin. Em li vir mirin û carek din rabûn ser piyan. Ev êş tu carê nayê jibîrkirin. Ez diçim kîjan malê heman tişt li ber çavan zindî dibe. Birayê min dikeve xewna min. Em bi tirs radizên.”   Tevî rapora astengdariyê konteynirê nadinê   Kiymetê behsa nexweşiyên xwe kir û got piştî erdhejê gelek nexweşî lê peyda bûne, nexweşiya wê ya şekir û helîna hestiyan heye. Kiymetê wiha dawî lê anî: “Di serî de xwarin ji bo gelek hewcedariyê neçar dimînim bikevim hundirê malê. Em bi tirs diçin û tên. Bi êvaran jî ji ber çavên min nabînin ez ditirsim. Me kon jî bi zor girt. Gelo bi vê tirsê ez ê heta ku derê bijîm? Çend roj berê dîsa erdhej çêbû. Em li vir reziliyek mezin dijîn. Kes dengê me nabihîze. Me ji keya re got, wî jî got dernakeve. Me serî li AFAD’ê da, tevî rapora me ya astengdariyê heye hat redkirin. Dema baran dibare em di bin avê de dimînin. Ez zarokên xwe di vî konî de diparêzim.”