Meşvanên azadiyê bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ hatin oxirkirin 2024-02-03 12:14:16     COLEMÊRG - Şandeya ku beşdarî “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ku ji Wanê bi rê ket, bû, li Geverê bi çepik û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin oxirkirin.   “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji Wanê dest pê kir, ji navçeya Geverê ya Colemêrgê bi çepik û dirûşmeyan hat oxirkirin. Baskê ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, MED-TUHAD-FED û gelek saziyên sivîl pêk tên li avahiya navçeya DEM Partî ya Geverê hatin cem hevdû. Rêvebirên DEM Partiyê li ber avahiyê ketin rêzê û meşvanên azadiyê slav kirin û bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” oxir kirin.   Şande dema ji navçeyê derketin bi nîşaneya serkeftinê gel slav kirin. Gel jî bi nîşaneya serkeftinê kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin oxir kirin.   Rawestgeha meşvanên azadiyê wê Colemêrg be. Meşvanên ku îro li wir bi gel re bên li cem hevdû, sibehê wê ber bi Şirnexê ve derbikevin rê.