'Em ê tecrîdê bi dawî bikin' 2024-02-03 11:13:02   AGIRÎ - Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê piştî derbarî Bazidê bû peyaman bidawîkirina tecrîdê da. Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê piştî Bazîdê derbasî navçeya Giyadîn a Agiriyê bû.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Meşvanên di baskê meşê yê Qersê de piştî hevdîtina li navçeya Bazîd a Agiriyê, derbasî Giyadînê bûn. Meşvanan li Bazidê dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bimre koleti, bijî azadî” hatin berzkirin. Esnafan jî li vir piştgirî dan meşvanan.    'Em tecrîdê qebûl nakin'   Li Bazidê Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyin Olan axivî û got:"Ev meş ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan e. Em tecrîdê qebûl nakin û em dixwazin meseleya kurd çareser bibe. Kurd we qir kirin, avêtin bîrên asîdê lê we nekarîn xelas bikin. Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan. Gelê kurd heqîqet bi xwe ye. Ev meş meşeke dirêj e û dê serbikeve. Bila herkes bizane ku dê tecrîd were rakirin û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk dê were çareserkirin."   Serdana Turbeya Ehmedê Xanî kirin   Meşvanan pişt re serdana turbeya fîlozofê kurd Ehmedê Xanî kirin. Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mahmût Taniş ê li vir axivî, bal kişand ser têkoşîna jiyanê ya Xanî. Taniş, bi bîr xist ku Xanî li cem gelên mezlûm bû û wiha got: “Li dijî zilmê her tim têkoşiya. Di nava têkoşîna gelê kurd de girt. Jiyana wî bi têkoşînê derbas bû. Bû yek ji pêşengên medreseyên kurdî yên ji bo kurdan cihekî girîng digire. Ji bo zarokên kurdan Nûbihar nivîsand. Şêx Ehmedê Xanî di heman demê de filozof bû û aşiqê azadiyê bû. Kurd ji bo Ehmedê Xanî her tişt bûn. Heke rojekê kurd azad bibin divê ew azadî li vir were îlankirin. Şêx Ehmedê Xanî ji bo me pêşengek e û nîşaneya yekîtiyê ye.”   Meşvan piştî daxuyaniyê derbasî navçeya Giyadîn a Agiriyê bû.