Adalet Kaya: Werin bibin parçeyekî Meşa Azadiyê 2024-02-03 09:17:53     ÎDIR - Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ya tevli "Meşa Azadiyê ya Mezin" a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd hatiye destpêkirin, bû wiha got:"Werin hûn jî bibin yek ji parçeyên vê meşê û em bi hev re daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan bikin."   "Meşa Azadiyê ya Mezin" a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd li Wan û Qersê hatiye destpêkirin, di roja 3'yemîn de didome. Bi tevlibûna 75 aktivistan wê meş 15 rojan dewam bike. Gel piştevaniyeke mezin dide vê çalakiya meşê.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Adalet Kaya ya tevli "Meşa Azadiyê ya Mezin" a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd hatiye destpêkirin, bû nirxandin kir.    'Bertekên gel erênî ne'   Adaletê da zanîn wan bi tevlibûna xurt a gel starta "Meşa Azadiyê ya Mezin" li Qersê dane û wiha got:"Em piştî daxuyaniyê çûn serdana esnafan. Ji bo em jiyaneke wekhev ava bikin me dest bi meşeke wiha kir. Polîs dixwaze ji hatina me ya ba hev a bi gel re, asteng bike. Lê belê wê tu astengî nebe sedem ku em û gel neyên gel hevdu. Em û gel em ê tim bi hev re bin. "   'Tecrîd li gelan jî tê ferzkirin'   Adaletê da zanîn armanca meşê ew e ku polîtîkayên tecrîdê têk biçin û wiha got:"Em bi israr dixwazin vê yekê bibêjin, tecrîda li ser Birêz Ocalan îro li ser gelan jî tê ferzkirin. Em dixwazin li dijî vêya dengê xwe bilind bikin lê hewl didin asteng bikin. Em ê jî dengê xwe bilind bikin û mezin bikin. Divê em îradeya gelan û daxwaza aştî û azadiyê bi hev re belav bikin. Rêya vê yekê jî azadiya Birêz Abdullah Ocalan e."   Mal bi mal digerin   Adaletê bi lêv kir ku ew li bajarên ku lê ne mal bi mal digerin û armanca meşê vedibêjin û wiha pê de çû:"Gelê ku em bi wan re tên ba hev du jî daxwaza me dikin. Em li malan hinek beşên pirtûkên Birêz Abdullah Ocalan dixwînin. Em civînên gel çêdikên û tevlibûn xurt e. Gelê me eleqeyê nîşanî me dide. Ev kelecana gel hêzê dide me."   'Ev meşek e bi qîmet e'   Adaletê bal kişand ser girîngiya meşê û wiha got:"Ev meşek e pir bi qîmet e. Em perçeyekî biçûk ên vê meşê ne. Em li vir bang dikin û dibêjin her kes dikare ji kujekî vê yekê bigirin. Armanca me ew e ku şerê li Rojhilata Navîn û şerê li ser erdnîgariya me bi dawî bibe. Em wekî gel tiştekî ku mafê me ye dixwazin. Werin hûn jî bibin perçeyekî vê meşê û em bi hev re daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan bikin."