Li Gever’ê 'Meşa Mezin a Azadiyê' 2024-02-02 15:18:25     COLEMÊRG - “Meşa Mezin a Azadiyê” li Geverê bi beşdariya bi dehan kesî bi dirûşma “Bimre Xiyanet” hat lidarxisitn.   “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ku duh li Wanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir, îro li Colemêrgê dewam dike. Heyeta ku ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) û saziyên sivîl pêk dihat, piştî meş û slavkirina gel a li navçeya Şemzînanê derbasî Geverê bûn. Şande li vê derê jî meşiya.   Ji ketina Geverê heta Rêxistina Navçeya Gever a  DEM Partiyê bi beşdariya dehan kesî meşek hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî serok Apo”, "Ji tecrîdê re na, ji aştiyê re erê” û "Bimre koletî, bijî azadî” hatin berzkirin. Welatiyên 70 salî yên Geverê jî ji bo li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin bi gopalên xwe tevlî meşê bûn.   ‘Bi biryar in’   Piştî derbasbûna avahiya navçeyê, civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez axivî û diyar kir ku ew ê heta 15’ê Sibatê bimeşin. Zekî diyar kir ku gel bi coş û kelecaneke mezin li gel wan di rêyên meşê de ye û got, “Em bi biryar in ku bi vê meşê em ê tecrîda Îmraliyê bişkînin.”   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî got, “Gever pêşwaziyeke mezin û bi coş kir.” Keskîn, wiha domand: “Gever her tim piştgirî daye partiya xwe û rêveberiya wê, îro jî piştgirî dide. Hêzên emperyalîst her tim mirin, komkujî û talanê ji bo gelên çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn rewa dibînin. Dixwazin kurdan pirsgirêka Kurd, tecrîda li ser Birêz Ocalan û fikrên wî  ên ku soza jiyaneke nû dide gelan bidin jibîrkirin.”   ‘Bi milyonan ji bo Rêberê xwe li ber xwe didin’   Keskîn, destnîşan kir ku di rojên zehmet de Meşa Mezin a Azadiyê dane destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî kesên ku nikarin biaxivin, nikarin pirsgirêka kurd bînin ziman û li hemberî kesên ku nikarin behsa azadî û zimanê Kurdistanê bikin me ev meş da destpêkirin. Ev meş ji bo Gelê Kurd û gelên din ên azadiyê ye. Heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin û şert û mercên azadiya Birêz Ocalan pêk neyên ev şer wê her tim bidome. Di bin pêşengiya dewleta tirk de ev sed sal in her rê û rêbaz ji aliyê hêzên din ên emperyalîst ve hatiye ceribandin. Kurd her tim rastî koçberî, talan û komkujiyan hatine. Her rê û rêbaz ceribandin lê bi ser neketin. Gelê Kurd teslîm nebû. Baweriya wî ya bi têkoşîna gelê Kurd re her roj zêdetir dibû. Îro bi milyonan kurd ji bo azadiya Rêberê xwe li ber xwe didin.”   Axaftina Keskîn tim bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat birîn.   ‘Gelê Geverê heta tecrît rabe wê li ser nigan be’   Piştre navmzetê Hevşaredariyê yê Geverê Şoreş Dirî mafê axaftinê girt û diyar kir ku gelê Geverê “Meşa Mezin a Azadiyê” slav dike. Şoreş diyar kir ku gelê Geverê heta tecrîda li Îmraliyê bê şikandin wê li ser nigan bin û wiha axivî: “Em ê bi hev re vê tecrîdê bişkînin. Îro ne tenê Îmralî bajarên me jî di bin tecrîdê de ne. Meşa Azadiyê wê bigihêje armanca xwe.”   ‘Gel aştiyê dixwaze’   Namzeta Hevşaredariyê ya Geverê Şadiye Kirmizigul jî ev tişt got: “Ev meş meşeke pîroz e. Divê hemû gelê me beşdarî vê meşê bibe. Êdî bes e, hemû gelên Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de ne. Gel aştiyê dixwaze.”   Hevserokên DEM Partiyê yên Navçeya Geverê Ercan Sevmez û Fîlîz Saygî jî meş slav kirin û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.   ‘Meş wê bigihîje armanca xwe’   Dayika Aştiyê ya Geverê Gulbeyaz Mîhçî jî diyar kir ku divê hemû gel li dijî tecrîda girankirî dengê xwe bilind bikin û banga piştgiriyê li grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin kir. Gulbeyaz, da zanîn ku Meşa Azadiyê wê bigihêje armanca xwe û got ku ew piştgirî didin meşê.   Piştî axaftinan li avahiya navçeyê govenda “azadiyê” hat gerandin.