'Meşa Azadiyê' gihîşt Şemzînanê 2024-02-02 12:41:51     COLEMÊRG - Bazkê "Meşa Azadiyê ya Mezin" a Wanê gihîşt Şemzînanê û peyama "Gelê Kurdistan û Tirkiyeyê li benda dengekî ji Îmraliyê ye" hat dayîn. Meş li navenda bajêr bi dirûşmên “Bijî berxwedana Zindanan” hate pêşwazîkirin û daxwazên "aştiyê" bilind bûn.   "Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bazkê Wanê îro li navçeya Şemzînan a Colemêrgê meşa li dar xistin.   Meşvanên ku pêşmalkên bi nivîsa "Meşa Azadiyê" li xwe kiribûn, li navenda bajêr bi gel re hatin cem hev.   Bi dirûşman meşiyan   Di ketina Şemzînanê de endamên partiyê bi çepik û tilîliyan beşdarên “Meşa Mezin a Azadiyê” pêşwazî kirin. Ji ketina Şemzînanê heta Rêxistina Navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meşek hate lidarxistin. Di tevahiya meşê de dirûşmên "Bijî berxwadana zindanan", "Ji tecrîdê re na, aştî niha" û "Bimre koletî, bijî azadî" hatin berzkirin. Di meşê de welatî jî hatin silavkirin. Welatiyan bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan meşvanan.   'Em ê bi biryardarî meşa xwe bidomînin'   Li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê meşvan bi çepik û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" hatin pêşwazîkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez avivî û got, “Ev meş meşa aştî û demokrasiyê ye. 35 meh in agahî ji  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Divê ev tecrîd bê bidawîkirin da ku dengê aştî û demokrasiyê bilind bibe. Li Îmraliyê 25 sal in tecrîdeke giran tê meşandin.  Di her kêliya ku Abdullah Ocalan tê de hêviya aştiyê bilind dibe. Gelê Tirkiye û Kurdistanê li benda dengê aştiyê ye ku ji Îmraliyê were bihîstin. Ji bo vê gelek çalakî hatin lidarxistin. Hevalên me yên girtî ji bo 'tecrîdê bişkînin' ketin greva birçîbûnê. Ji ber vê yekê me ji bo bidawîkirina vê tecrîdê dest bi meşê kir. Em bi biryar in, em ê bi biryardarî meşa xwe bidomînin. Gelê me yê aştîxwaz divê bi xurtî û bi coş çalakiyan hembêz bike. Şemzînanê ji bo demokrasî, aştî û rakirina tecrîdê dengê xwe bilind kir. Em wê pîroz dikin."   'Divê birêz Ocalan azad bibe'   Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya diyar kir ku rojên dîrokî derbas dikin. Emîneyê diyar kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketin rê û got, “Birêz Ocalan aştiyê dixwaze. Ger ev aştî pêk were dê bi destên brêz Oclaan pêk bê. Ji ber vê yekê pêwîste birêz Öcalan di zûtirîn demê de azad bibe. Gelê Kurd êdî şiyar bûye. Roj roja gelê Kurd û demokrasiyê ye.Em bawer dikin ku dê ev tecrîd bê bidawîkirin."   Namzetên Hevşaredartiyê yên Şemzînanê jî bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kirin ku divê aştî pêk bê.   Hevserokê Navçeya Şemzînanê yê DEM Partiyê Agît Tekîn jî got, “Hatina we ji bo me dîrok e. Meşa we dê bibe alîkar ku tecrîda li ser Rêbertiya me were bidawîkirin û tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe."   Li dû axaftinan li navçeyê bi stranên Kurdî govend hat gerandin. Li Şemzînanê Meşa Azadiyê bi nîşaneyên serkeftinê hat oxirkirin.   Meş wê bi serdana Geverê bidome.