Meşa Azadiyê ya Mezin di roja duyem de ye: Muxatab Ocalan e 2024-02-02 11:33:58   QERS - "Meşa Azadiyê ya Mezin" a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya siyasî ya meseleya kurd hatibû destpêkirin di roja duyem de dewam dike. Di roja duyem de meşvan gihaştin Bazarcixa Têgorê bûn û li vir peyama "Muxatab Ocalan e" dan.    "Meşa Azadiyê ya Mezin" a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya siyasî ya meseleya kurd hatibû destpêkirin di roja duyem de dewam dike. Meşvanên milê Qersê di saetên serê sibehê de ji bajêr veqetiyan û derbasî Bazarcixa Têgorê bûn. Li vir Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar da zanîn ew ji bo piştevaniya meşa azadiyê derketin ser rê û got;""Muxatab Ocalan e. " Zarif Anli jî li vir da zanîn ew ê tim têkoşîna xwe bidomînin.    Piştî axaftinan dirûşmên, “Bijî berxwedana zindanan”, “Biji berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.    Piştre meşvan derbasî Têgorê bûn. Li vir parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan da zanîn divê meseleya kurd bê çareserkirin û got divê aştî bê û encax ev aştî jî bi saya Abdullah Ocalan pêk were.