Dayikên Aştiyê: Ji bo tecrîd rabe gavê biavêjin 2024-01-30 16:04:24     ENQERE - Dayikên Aştiyê yên tevli Nobetên Edaletê bûn û li ber meclisê daxuyanî dan bang li rayedaran kirin da ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û wiha gotin:" Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û ji bo çareseriya meseleya kurd a bi rêyên demokratîk gavê biavêjin."   Dayikên Aştiyê yên ji bo azadiya fîzîkîya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dest bi Nobeta Edaletê kirin, li Meclisê daxuyanî dan. Daxuyanî li Deriyê Çapemeniyê yê Meclisê tê dayîn û gelek dayik tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû û gelek siyasetmedar jî tev li daxuyaniyê bûn.    ‘Divê tecrîd bê bidawîkirin’   Di daxuyaniya çapemeniyê de ewilî Halîde Turkoglu axivî û got: “Em armanc dikin ku daxwazên xwe ragîhinin Wezareta Dadê. Ji bo vê wekê me daxwaza randevuyê kir. Bi hinceta ku wezîr ne li vir re randevû nehat dayîn. Me daxwazên xwe wek dosya pêşkeşî cigîrê Wezîrê Dadê kir. Em hêvî dikin dengê me bê bihistin. Bi taybetî niha li girtîgehan grevên birçîbûnê heye. Greve 65 roj in didome. Ji bo heq, hiqûq û edaletê girtiyên siyasî têdikoşin. Bi dawî kirina pergala tecrîda li Îmraliyê dê heq, hiqûq û edalet pêk bê. Bi girtiyên siyasî re li Amerd, Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbol û Enqerê çalakiya Nobeda Edaletê hatin destpêkirin.”   ‘Divê em piştevaniya xwe mezin bikin’   Halîde, destnîşan kir ku daxwazên aştiyê bi çalakiya Nobeda Edaletê belawî tevahiya bajaran bû û wiha bi lêv kir: “Bi çalakiya Nobeda Edaletê û grevên birçîbûnê dixwazin dengê xwe bidin bihistandin. Dayikên me û Dayikên Aştiyê ji bo pêkanîna heq, hiqûyq û edaletê têdikoşin û bang li rayagiştî dikin. Divê dev jî polîtîkayên şer bê berdan û ji bo avakirina aştiyê jî tecrîda li hemberî Birêz Ocalan bê bidawîkirin û daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de nin bên qebûlkirin. Divê guh bidin dengê Dayikên Aştiyê. Ji ber vê yekê jî divê em piştevaniya xwe mezin bikin.”    'Bila têkoşîn mezin bibe'   Piştî Halideyê Dayika Aştiyê Hamdiye Kirici wiha got:"Em banga mezinkirina têkoşînê ya li dijî sîstema tecrîda li Îmraliyê dikin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe wê jiyaneke demokratîk dest pê bike. Loma em dîsa bang dikin ku têkoşîn bê mezinkirin."       'Ji bo tecrîd rabe divê gavên hiqûqî bên avêtin'   Hamdiyeyê da zanîn li nêzî 100 girtîgehan ji bo azadiya Ocalan û ji bo rakirina tecrîdê, ji bo çareseriya meseleya kurd a bi awayekî demokratîk di 27'ê Mijdarê de girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin û wiha pê de çû:"Îro çalakiyên grevên birçîbûnê ket roja 65'an. Ji bo tecrîd rabe divê gavên hiqûqî bên avêtin. "   Nobetên Edaletê   Hamdiyeyê da zanîn dema ku gav neyê avêtin wê saziyên berpirs berpirsên vê yekê bin û got:"Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan me li Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi çalakiyên grevên birçîbûnê kirin.    Divê girtiyên nexweş bigihêjin azadiya xwe   Hamdiyeyê bi lêv kir ku divê hemû girtî bigihêjin azadiya xwe û wiha lê zêde kir:"Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Wê daxwaza me ya azadî û edaletê bidome. Rûyê din ê rejîma tecrîdê jî polîtîkayên li dijî girtiyan e. Divê girtiyên nexweş bigihêjin azadiya xwe. Em bang li Wezareta Dadê û rayedarên saziyan dikin û dibêjin ji bo girtiyên nexweş bigihêjin azadiya xwe divê hemû gav bên avêtin. "   Bang li Wezareta Dadê kirin   Hamdiyeyê bang li rayedaran kir û wiha got:"Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe û bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî em bang li jinan, raya giştî û civaka navneteweyî dikin. Divê Wezareta Dadê berpirsiyariya xwe bîne cih. "