Çawa dibe ku bi hêsanî xwe digihînin çeka suîkastê? 2024-01-28 09:03:04     Elfazî Toral    STENBOL - Jinan bertek nîşanê Nazli Elman a ku ji aliyê gumanbar Enîz Kurtuluş ve bi çeka suîkastê ve hat qetilkirin û gotin: “Çawa hêsan xwe gîhandiye vê çekê? Divê ev bê lêkolînkirin. Rayedar berpirsyariya xwe naynin cih. Hikûmeteke ku destura bingehîn û hiqûqê nas nake heye. Li dijî vê hêza me ya rêxistinkirî heye. Ji bo kuştinên jinan bên rawestandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Tundiya mêr a li hember jinê her diçe zêde dibe, hîna meha çile neqediyaye 20 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Stenbol yek ji bajarên ku herî zêde tundiya li ser jinan tê jiyînê ye. Li taxa Altintepe ya Bayrampaşa di 18’ê Çile de gumanbar Enîz Kurtuluş bi çeka suîkastê ‘uzî’ jina bi navê Nazli Elmas birîndar kir û li nexweşxanê du roj şunde jiyana xwe ij dest da. Di lêgerîna malê de gumanbar bi çeka suîkastê hat dîtin û gumanbar hat binçavkirin.   ‘Bi şaşî lêxistiye!’   Kar û barên emniyetê yên gumanbar Enîz Kurtuluş temam bûn û gumanbar îdia kir ku bi şaşî li Nazliyê xistiye. Gumanbar hat girtin û piştî vê ji her derê bertek hatin nîşandan. Cenazeya Nazliyê li Goristana Beşyuzevler hat definkirin.   Nûnerên rêxistinên jinan, hiqûq û sivîl, der barê qetilkirina Nazliyê de û polîtîkayên desthilatdariyê de ji JINNEWS’ê re axivîn.   Bêcezahiştin kuştinên jinan dafirîne!   Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Fîdan Ataselîm bertek nîşanê hinceta gumanbar da û wiha got: “Kuştinên jinan zêde dibin. Kuştinên jinan nayên rawestandin û çawa Peyman Stenbolê hat vekişandin niha qanûna hejmar 6284 di hedefe de ye. Ji be rayedar û saziyên têkildar tiştekî nakin mirinên jinan her diçin zêde dibin. Jinên tên qetilkirin wekê ku întîxar kirine an jî qezaye nîşan didin. Di mirinên jinan yên biguman de gumanbar dibêjin ‘Me bi hev henek’ dikir. Yagmur Onuk jî li odeyê ji aliyê hezkiriyê xwe ve bi tifinga pompeyî hat qetilkirin. Kujer got ‘Me bi hev henek dikir’. Rêbazên bikar tînin dişibin hev. Em di rapora xwe ya 2023’yan de dibin ku jin herî zêde li malê ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin.”   ‘Li dijî qanûnan hêza rêxistinkirî ya jinan’   Fîdanê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Kujer ji hev rêbazan fêr dikin û dizanin ku bi van rêbazan wê cezayê wan bên daxistin. Li dijî vê wezîrê divê van lêpirsîn bike mixabin peywira xwe nayne cih. Dewlet û hikûmeteke ku qanûna Dadgeha Destur Bingehîn nas nake heye. Em dibînin ku newekheviya zayenda civakî bandor li her qada jiyanê kiriye û ev di darazê de jî heye. Lê li dijî van hemûyan têkoşîna me jî heye. Hêza me ya rêxistinkirî heye. Ji bo kuştinên jinan bên rawestandin çi ji destê me bê em ê bikin.”   ‘Divê demildest qanûnên pêşî lê digirin bên derxistin’   Endama Navenda Mafê Jinan û Berdevka Mafê Mirovan a Baroya Stenbolê parêzer Bîrsen Baştopaloglu diyar kir ku di kuştinên jinan de gumanbar piranî çekê bikar tînin û wiha dirêjî daye: “Jin  piranî bi çekên bê ruhsat tên qetilkirin. Bi hêsanî jî xwe digihînin van çekan. Ev pirsgirêkê cidî diafirînin. Çawa evqas hêsan xwe digihînin van çekan divê bên lêkolîkirin. Di vê rewşê de dibe ku faktorên cuda hebin. Ev bûyereke cidiye. Ev çek li bakal an jî marketê nayên firotin. Vana ji xwe dibînin. Divê demildest qanûnên ku pêşî li vê digirin bên derxistin. Divê li dijî vê cezayên giran bên dayîn.”   Pirsgirêka esas pêşîgirtina li tundiyê ye   Bîrsenê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşî li tundiyê bê girtin divê têkoşînek civakî hebe. Divê ceza bên zêdekirin. Hewce bi înfaza van cezayan jî heye. Efûkirin ne çareseriye. Divê li dijî newekheviya zayenda civakî xebat bên kirin. Divê jin û mêr wekhev bin. Wekhevî bê zêdekirin. Tundiya li ser jinan didome. Pirsgirêka me ya esas ev e ku pêşî li tundiyê bê girtin. Divê hewldana me di vî alî de be.”   Jin dest ji têkoşînê bernadin   Endama Komeleya Rojnamegerên Hevdem û Endama Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Salîha Yayla jî axivî û wiha got: “Jin di her qada jiyanê de di bin zextan de ne. Newekheviyek mezin heye. Rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Hemû jin li dijî qetilkirinan her tim têdikoşin. Kesên li dijî polîtîkayên desthilatdariyê deng derdixin jî tên girtin. Rojnameger, siyasetmedar û jin dema deng derdixin tên girtin. Ez hemû kesên têdikoşin silv dikim. Ez têkoşîna hemû rêxistinên jinan bi nirx dibînim. Di vî alî de wê têkoşîna me bidome.”