Nobeda Stenbolê bi panelê berdewam kir: Em ê teqez vê faşîzmê têk bibin 2024-01-27 16:08:09     STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê 46 roj in didome. Di nobeda îro de panelek hat lidarxistin. Di panelê de wiha hat gotin: “Daxwazên ku ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan tê kirin meşrû ye. Tecrîd li dijî qanûn û mirovahiyê ye.”   Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a  Marmarayê (MATUHAYDER) ve pêk tê. Nobet 46 roj in berdewam dike. Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepê pêk tê.    Li cihê çalakiyê pankartên bi kurdî û tirkî “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” û “Tecrîda mutlaq têkbibin pêşerojeke azad avabikin” hatin daliqandin. Çalakvan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û dirûşma  “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr, rêveberên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER), Komeleya Hiqûqnas a ji bo Azadiyê (OHD), parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu, xwişka Mazlum Dogan Serap Mutlu Doğan, Rêxistina DEM Partî ya navçeyên Sultanbeyli, Umraniye, Beykoz, Uskudar, Pendîk, Sariyer û Şîşlî ya Stenbolê û Rêxistina Bûrsayê, hevserok û rêveberên ANYAKAY-DER’ê, Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî serdana nobedê kirin.    Çalakiya Nobeda Edaletê 15 rojan carekî li navçeyeke Stenbolê pêk tê. Di roja 46’an de bi pêşengiya MATUHAYDER’ê ve panelek hat organîzekirin. Rêveberê  MATUHAYDER’ê Abdullah Yildiz moderatorî kir. Fînce Akman, parlamenter Çîçek Otlu, ji OHD’ê parêzer Ahmet Ozcan wek axaftvan tevlî panelê bûn.    Panela ku bi rezgirtinê dest pê kir mafê axaftinê Fînce Akman girt û bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “35 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji ber vê sedemê girtiyên siyasî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ji bo piştevaniya bi zarokên xwe re me jî li vir dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kir. Divê gel û bi taybetî jî dayik piştevaniya nobetê bike. Divê em têkoşîna xwe bi hev re bimeşinin.”    Parlamenter Çîçek Otlu jî axivî û da zanîn ku îro li girtîgehan çi tê jiyin, dayikên girtiyan çi dijin divê bê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda ku li Îmraliyê destpê kir belavî her derê bû. 35 meh in agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Dewlet hewl dide tevahiya Gelê Kurd tecrîd bike. Divê em hevalên xwe yên girtîgehan tenê nehêlin. Divê li hemberî bêedaletî û newekheviyê bi hers bin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bibin dengê girtiyan. Heke em bibin yek em dikarin tecrîdê têk bibin. Ji bo vê jî divê em piştevaniyê mezin bikin. Çalakiya Nobeta Edaletê xurt bikin.”    Parêzer Ahmet Ozcan jî axaftineke kurt kir û bal kişand ser binpêkirina mafan û wiha bi lêv kir: “Ji 27’ê Mijdarê ve girtîgehên Herêma Marmarayê digerin. Di encama serlêdanan de em raporan amade dikin. Em çûn nêzî 20 girtîgehan û me derbarê rewşa girtiyan de rapor girt. Li girtîgehan jî heman daxwaz tê kirin. Dixwazin agahî ji Abdullah Ocalan bigirin. Daxwazên ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan tê kirin daxwazên meşrû ne. Ji ber ku bi tecrîdê qanûn tên îhlalkirin. Her wiha serdanên me yên CPT’ê jî bê bersiv man. Çi dibe bila bibe divê Birêz Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Tecrîda li hemberî Birêz Ocalan binpêkirina mafê mirovahiyê ye. Ji bo çareseriyê divê bi Birêz Abdullah Ocalan diyalog pêk bê.”   Piştî panelê çalakiya Nobeda Edaletê ya îro hat bidawîkirin. Çalakî sibê dê li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Esenyurtê berdewam bike.