Ji girtîgehê peyama bideng ji Nobetê Edaletê re şandin 2024-01-26 15:43:43     STENBOL - Nobeta Edaletê ya li Stenbolê 45 roj in didome. Di çalakiyê de li peyama bideng a ji girtîgehê hatiye hat guhdarkirin.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku di 13'ê Kanûna 2023'an de bi malbatên girtiyan re bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan û Hukumxaran (MATUHAYDER) li Stenbolê hatibû destpêkirin, li Rêxistina Navçeya Sancaktepe ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  dewam dike. Di çalakiya Nobeta Edaletê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.    Îro Nobeta Edaletê ji aliyê rêveberên DEM Partî yên navçeya Kartalê dewr girtin. Platforma Têkoşîna Yekbûyî û rêveberên DEM Partî tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de çalakvanan çepik lêdan, dirûşm berz kirin, lîrandin û diyar kirin ku ew li gel têkoşîna girtiyan e.    Ji Platforma Têkoşîna Yekbûyî Muhammed Hizmetçi diyar kir ku ew Nobetên Edaletê silav dikin û got ew ê kesên têdikoşin bi ser bikevin.    Ji girtîgehê peyama bideng ji Nobetê Edaletê re şandin    Her wiha li qeyda dengê Mazlum Îçli yê di greva birçîbûnê de ye hat guhdarkirin. Di dema çalakiyên Kobanê de Mazlum ê 140 kilometreyî li dûrî cihê bûyerê li dawetekê bû dîsa jî ji mirina 4 kesî berpirs hat dîtin û 124 ceza lê hat birîn. Tevî ku bi dîmenan hat ispatkirin ku li dawetê ye jî nehat berdan.    Çalakî bi çepik, gotina kilaman, berzkirina dirûşman û bi lîrandinê dewam dike.