Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê 2024-01-26 15:30:56     WAN -  Di Nobeta Edaletê ya li Wanê ya 53 roj in didomin de banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin.    Li Wanê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah  Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siysyê" ji aliyê Komeleya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY -DER) çalakiya Nobeda Edaletê ya ku hat destpêkirin di roja 52'yan de dewam dike. Nobet li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya wanê dewam dike. Rêxistina DEM Partî ya Payîzava û gelek kes tevli çalakiyê bûn.  Tutsaklarla dayanışma için çağrı   Hevserokê DEM Partî yê Payîzavayê Abdulcebbar Erdemir, diyar kir ku ew li gel girtiyên di greva birçîbûnê de ne û got divê tecrîd bi dawî bibe.    Feyruz Bulut ê ji Payîzavayê hat û piştgirî da çalakiyê banga piştevaniya bi girtiyan re kir.    Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.